Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan 2020-09-30 15:33:45   COLEMÊRG – Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin di danişîna duyemîn a doza xwe de hat berdan.    Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karaman ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin di 15’ê cotmeha 2019’an de di serdegirtina mala xwe de hatibû girtin. Bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” derbarê Karaman de doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat lidarxistin. Karaman ê girtî bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Karaman di danişînê de amade bûn. Piştî parastinan dadgehê derbarê Karaman de biryara berdanê da.