Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê 2020-10-01 10:43:25   RIHA – Li Halîliyeyê Fehîme Çali û bûka wê Nûrcan Çali bi peyama “pîrozbahiyê” ji telefona wan re tê hîn dibin ku bêyî agahiya wan û ne li ser riza wan, ew kirine endamên AKP’ê.    Mehmet Yûsûf Çali yê li navçeya Halîliye ya Rihayê dijî diyar kir ku dayika wî Fehîme Çali (65) û jinbira wî Nûrcan Çali yên xwendin û nivîsandina wan nîne bêyî agahî û riza wan kirine endamên AKP’ê. Çali got ew çûye serdana dayika xwe û hîn bûye ku dayik û xwişka wî kirine endamê AKP’ê. Çali anî ziman ku AKP bi rêya telefonê peyama “em we pîroz dikin hûn bûne endamên Ak Partiyê” ji dayika wî re hatiye şandin. Çali destnîşan kir ku vê rewşê wan matmayî hiştine û AKP’ê sûc kiriye û dê giliyê vê endamtiyê bikin.