Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-10-01 12:30:03   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin Raziye Turgut, Rezan Sarıca, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, bi boneya bi miwekîlên xwe re sibê hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2-22’yê Gulana 2019’an, di 12-18’ê Hezîrana 2019’an û di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anîbûn.    Ji 7’ê Tebaxê heta niha parêzeran 107 serlêdan kirin, lê heta niha bersiva serlêdanên wan nehatine dayîn.