Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir 2020-10-01 12:57:11   RIHA - Emîne Şenyaşar a ku di encama êrîşa parazvan û xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de, hevjîn û 2 lawên xwe winda kirin, ji bo danişîna sibe bê dîtin banga xwedî derketinê li raya giştî kir û got: “Ez dixwazim kurê min ji wê odeya zindanê rizgar bibe.   3’yemîn danişîna doza malbata Şenyaşar a ku di êrîşa parazvan û xizmên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de bav û 2 kur hatin kuştin, wê sibe li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê dîtin. Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 lawên xwe di êrîşê de winda kirin, xwest ku xwedî li doza wan bê derketin.    JI KURÊ XWE YÊ DI HUCREYÊ DE BANG KIR   Dayika Şenyaşar, xwest ku di danişînê de kurê wê Fadîl Şenyaşar ê di bûyerê de birîndar bû û niha li Girtîgeha Sergirtî ya Xarpetê di hucreya yek kesî de ye bê berdan. Şenyaşar, diyar kir ku roja bûyerê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kemare hebûn û wiha got: “Ez dixwazim ew qendên wan kameran derbikevin holê. Hemû qeydên kameraya nexweşxanê veşartine. Ez dixwazim van derbixin holê. Bila rastî derbikevin holê. Alîkariyê bidin me. Sibe dadgeha Fadilê min heye. Ez dixwazim sibe hemû kes bên dadgehê. Bila kurê min ji wê odeyê derbixin. Yên din bi awayekê rehet ji xwe re digerin. Mala min hilweşandin.”    ‘LI SER DARAZÊ ZEXT HENE’   Ferîd Şenyaşar ê di bûyerê de bi birîndarî xelas bû û di dosyeya dozê de weke şahid cih digire jî, bang li her kesî kir ku bên doza wan bişopînin. Şenyaşar, dest nîşan kir ku li ser darazê zext hene û wiha bilêv kir: “Ji bo ku rastiya bûyerê derbikeve holê, pêdiviya me bi desteka raya giştî heye. Di vê doza giran de, bibin dengê me. Yên heya niha bûn  dengê me jî em spasiyên xwe pêşkêş dikin.”