‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’ 2020-10-01 13:34:43   EDENE - Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Edeneyê Zeynel Kete diyar kir ku di kuştina malbata ji Sûriyê de piştî kiryarên esasî hatiye girtin tahliye bûye û got: “Polîs bûne pisporên hilberîneriya sûc.”    Komeleyên Demokratîk ên Elewî (DAD) a Şaxa Edeneyê têkildarî binpêkirina mafên malbata elewî ya ji Dersimê li Îzmîrê bi hêceta kuştina jina ducanî ya penabera ji Sûriyê û zarokek wê hatibû girtin û piştî mehekê hat berdan daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li avahiya komeleyê hat dayîn û nûnerên HDP, Egîtîm Sen û rêxistinên elewiyan beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘POLÎS BÛNE PISPORÊ HILBERANDINA SÛC’    Hevserokê Şaxa DAD’ê ya Edeneyê Zeynel Kete bi bîr xist ku piştî malbata ji Sûriyê di meha sibatê de hatibû kuştin, cîranên malbatê Hasan Elkatmiş û zarokên xwe Ozan û Şahîn Elkatmış hatine girtin. Kete got piştî ku kiryarên esasî yên bûyerê hatine girtin 3 kes hatine tahliyekirin û malbata Elkatmiş a elewî bêsûc û neheqî hatine girtin û bi gef û êşkenceyê re rûbirû mane. Kete da zanîn ku polîs ketine pey sûc peydakirinê û got: “Polîs bêyî ku xwe bispêre yasayan dest dane destê dozger û bûne pisporê hilberîna sûc. Em dixwazin saziyên elewî piştevaniya malbatê bikin.”