Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê 2020-10-01 14:53:21   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, di çalakiya li dijî binçavkirinan pêk anî de, banga “Bibin endamê HDP’ê, em van êrîşan berteref bikin” hat kirin.    Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, operasyon û binçavkirinên endamên partiya şermezar kir. Rêxistinê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Salîh Kuday, diyar kir ku ev binçavkirin ne hiqûqîne û wiha got: “Em bang dikin ku li dijî van zextan werin bibin endamê HDP’ê. Werin em bibin endam û van zextan berteref bikin. Werin em HDP’ê mezin bikin. Her ku em HDP’ê mezin bikin, em ê demokrasiyê jî mezin bikin. Ger HDP tune be, wê aştî û demokrasî tune bibe.”   Daxuyanî piştî axaftinê bi lêxistina çepikan bi dawî bû.