'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire' 2020-10-02 09:07:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş got têkiliya hikumeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê pêş li yekîtiya kurd digire û Tirkiye dixwaze Herêmê bixe bin kontrola xwe. Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî got polîtîkaya êrişên Tirkiyê yên li Herêmê yekîtiya nav mala kurdan zehmet dike.  Di demek ku êrişên hewayî yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li dijî deverên Herêma Kurdistanê zêde bûne, rayedarên hikumeta Herêma Kurdistanê jî li ser ango li pey hev tên Tirkiyê û serdanan dikin. Piştî ev hevdîtin pêk tên êrişên bombebaranê jî li ser deverên Herêmê zêde dibin. Hevseroka Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hewlêrê Muzeyyen Guneş û rojnamevan Bêrîtan Zagros a li Herêma Kurdistanê dixebite têkildarî armanca van hevdîtinan û encama êrişan ji ajansa me re axivîn.    'TÊKILIYA HIKÛMETA BAŞÛR Û TIRKIYÊ PÊŞÎ LI YÊKITIYA KURD DIGIRE'   Hevseroka Nûnertiya HDP ya Hewlêrê Mûzeyyen Guneş bal kişand ser têkiliyên hikumet Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û got ev têkilî ne nû ne û xwe dispêre salên dirêj. Guneş bal kişand ser êrişên hewayî yên li ser deverên Herêma Kurdisatnê pêk tên û got: "Van êrişên dawî yên li dijî herêmê pêk tên, bi rengek hevkariya demkî ya bi Tirkiyê re li dijî têkoşîna azadiya kurd pêk tên. Ev yek xizmetê ji berjewendiyên gelê kurd re nake. Berevajî wê têkiliya hikumeta Başûr û Tirkiyê li pêşiya yêkitiya kurdan astengiya herî mezin e. Ev ji kurdan re pirsgirîkeke mezin e. Ev nêzîkatî zêde zirarê dide gelê herêmê. Peywendiya di navbera her du aliyan de ne ji bo parastina deskeftiyên gelê kurd e. Li hevkirina hin tiştan xaka herêmê dixe nava xetereyê. Polîtîkayên hikumeta Herêmê ber bi siyaseta Tirkiyê ve diçe û heman siyasetê dide meşandin."     NÊZÎKATIYA HIKUMETÊ YA LI HEMBER XELKÊ HERÊMÊ    Guneş destnîşan kir ku li xelkê Herêma Kurdistanê li dijî nêzîkatiya hikumeta Herêmê bi bertek e û divê li şûna polîtîkayên şaş lazim e hikumet ewilî guh bide daxwaz û pêşniyaza xelkê herêmê. Guneş got pêdiviya xelkê Herêmê bi aramiyê heye û lê li şûna aramiyê, hikumet welatyên xwe binçav dike û dikuje. Guneş anî ziman ku tehamûla xelkê li dijî nêzîkatiyê nemaye.    'TIRKIYE BI ÊRIŞÊN DAWÎ DIXWAZE BAŞÛR BIXE BIN KONTROLA XWE'    Guneş da zanîn ku Tirkiye dixwaze tişta ku li Qibrisê pêk aniye li Herêma Kurdistanê jî pêk bîne û wiha got: "Gelê Qibrisê li dijî Tirkiyê nêrazîbûnên xwe bi awayeke rehet nîşan dan. Lê mixabin mirov vê yekê  li Başûr nabîne.  Gel nikare li dijî dagirkeriyê bertekên xwe bînê ziman. Ev nîşan dide ku hikumet li dijî xelkê hişk e. Hikûmeta Tirkiyê bi dagirkeriya xwe ya li Başûr hêvî dike ku têkoşîna tevgera kurd têk bibe. Hikûmeta Herêmê wekî hewşa xwe ya paşîn bikar tîne. Xeyala dagirkieriyê ya li ser Başûr nagihîje encamê. Planên wan hildiweşin. Lê dest ji van hewldanan bernedane. Milê leşkerî yê Tirkiyê hîn jî li vir deverên Herêmê bicih bûye. Ew ê taktîkên nû biceribînin. Ji ber ku Kurdan nişan da ku vîna mirov çiqas xurt e. Ew çiya û girên ku wan digotin em ê di nav du rojan de têkevinê sê meh derbas bûn, lê hêj gavek bi pêş ve neçûne. Tirkiye bi rengek ku ew bikaribe Başûr bixe bin hikmê xwe û mîna bajarek xwe  birêve bibe tevger dike. Tirkiye dixwaze her devera Başûr dagir bike."    'PÊDIVÎ BI YÊKITIYÊ HEYE'   Guneş diyar kir ku tişta herî pêwîst Yekîtiya Neteweyî ya Kurd e û got: "Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû ya ku dibêje 'PKK Hewlêrê dagir bike' hewldana dagirkirina Hewlêrê ye. Beriya her tiştî pêdiviya kurdan ew e xwedî li vîna xwe derkevin û yekîtiya xwe neteweyî saz bikin. Divê kurd destekftiyên xwe biparêz in û rê nedin dagirkeriyê. Êdî dem dema gav avêtina yekîtiyê ye."    3 WALIYÊN BAŞÛR ÇIMA HATIN TIRKIYÊ?    Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî diyar kir ku di rojên dawî de gelek bûrokratên Başûr çûne li Tirkiyê bi rayedaran re hevdîtin kirine û got: "Kengê trafîka dîplomatîk a di navbera PDK û Tirkiyê de çêbûye, tavilê encamên li ber çav derketine holê. Herî dawî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyê çêbû û rayedarên Tirkiyê re hevdîtin pêk anî. Piştî van hevdîtinan di bin navê şêwra bazirganiyê ya navbera Iraq û Tirkiyê de 3 waliyên Herêma Kurdistanê Dr. Heval Ebûbekir, Firset Sofî, Elî Tatar hefteyek derbasî Tirkiyê bûn. Ji derveyî waliyên herêmê gelek burokratên Başûr û Wezîrê ji Pêkhateyan Berpirs Aydin Merûf yê ji Eniya Tirkmenî jî qaşo ji bo heman karî çûn Tirkiyê. Di rewşek ku hemû gelê Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk bihêrs e, bi rojane çalakî li dijî dagirkeriya Tirk dikin û pêngaveke nû li dijî dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê hate ragihandin, çûyîna waliyên Başûr ji bo Tirkiyê çend peyaman di nava xwede digire. Ya yekemîn ew dagirkeriya aborî ya li Başûr wê bê zêdekirin û Tirkiye krîza xwe ya aborî û dorpêça li ser xwe dixwaze bi rêya Başûr sivik bike. Ya duyemîn ji bo pêşî li hemû hewldanên li dijî dagirkeriya Tirk ji eniya Başûr ve pêş bikevin, bi rêya waliyan asteng bikin û weke waliyên Tirkiyê nêzî her cûre nerazîbûnên gel ên demokratîk bibin."    'TIRKIYE DIXWAZE BI RÊY WALIYAN BAJARAN BIXE BIN KONTROLA XWE'    Zagros destnîşan kir ku armanca çûyina waliyan a Tirkiyê bi temamî li herêmê bicihkirina hebûna Tirkiyê ye û got: "Herêma Kurdistanê ji boTirkiyê bi temamî berovajiyê daxwazên gelê Başûr û hemû gelê Kurd e. Barzanî li gel rayedarên Tirk plan derxistin, wê pratîk kirina wê ya li nava herêman de jî bi awayeke berçav jî ji bo waliyên Herêma Kurdistanê werin dayîn. Jixwe li Dihok û Hewlêrê bênavber çalakvan, rojnamevan, endamên Tevgera Azadî û welatiyên rexne li siyaseta desthilata herêmê digirin bi talîmata van waliyan tên binçavkirin. Li herêma Silêmanî jî pêşî li hemû cûre çalakiyên dijî dagirkeriya Tirk û ji bo pêşxistina yekîtiya netewî tên girtin. Asayîşa herêmê gelek caran vêya bi eşkere jî dibêjin, ji ber Tirkiye naxwaze ew destûr nadin çalakiyan. Yanî em dikarin bêjin, Tirkiye weke wîlayetên xwe mûamele li gel parêzgehên Herêma Kurdistanê dike. Her çend gel li dijî vê yekê be jî lê ji ber desthilata Başûr serî ji van zextan re ditewîne û berjewendiyên kesî, malbatî û hizbî esas digirin, Tirkiye beşeke zêde ya armancên xwe li herêmê pêk tîne. Yegane hêza li dijî dagirkeriya Tirk disekine, asteng dike û hişmendiya netewî û şoreşgerî di civaka Başûr de pêşdixe Tevgera Apoyî ye. Helbet çiqas Tirkiye nifûsê nava partiyên Başûr dike û bi rêya PDK’ê dixwaze partiyên din jî bixîne, ewqas  hewldanên ji bo yekîtiya nav mala Kurd zehmettir dibe. Yek ji astengiya herî mezin jî ev e."   MA / Zeynep Dûrgût