Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e 2020-10-02 09:09:48   MANÎSA - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manîsayê Îsmaîl Şener, anî ziman ku li bajêr rêjeya xwegihandina EBA'yê ji sedî 10 e û got: "Mamoste nikarin têkevin EBA'yê îjar wê xwendekar çawa karibi têkevinê?"   Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî di pêvajoya şewba Covîd-19'ê de Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê (ABA) ava kiribû. Lê belê di sala perwerdehî-hîndekariyê ya 2020-2021'an de di dersa ewil de rûxiyabû. Ji ber vê bi milyonan xwendekar hem ji ber pirsgirêkên torê hem jî ji ber bêderfetiyê nikarin têkevin EBA'yê. Lewma nîqaşên der barê EBA'yê de didomin.   32 HEZAR XWENDEKAR NIKARIN TÊKEVINÊ    Yek ji bajarê ku di warê ketina EBA'yê de bi pirsgirêkan re rû bi rû dimîne jî Manîsa ye. Li gor Egîtîm Senê 32 hezar xwendekar nikarin têkevin EBA'yê û li bajêr rêjeya beşdarbûyînê ji sedî 10 e.   Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Manîsayê Îsmaîl Şener got: "Walîtiya Manîsayê, nivîs ji dibistanên navçeyan û bajêr re şand da ku xwegihandina înternetê ya xwendekaran bê lêkolînkirin. Di encama vê lêpirsînê de derket holê ku li Manîsayê 32 hezar xwendekar nikarin têkevin înternetê. Li dibistanên herî baş ên bajêr jî nêzî 150 xwendekar nikarin têkevin înternetê. Tenê ji sedî 10'ê xwendekaran dikarin têkevin înternetê. Madem werê ye, îjar ji sedî 90'ê xwendekaran ê çi bikin? Gel ketiye etra debara xwe, nikare ji bo komputer û înternetê budçeyekê veqetîne. Ma yên welêt bi rê ve dibin qey vê yekê nabînin?"    Şener, destnîşan kir ku divê perwerdehiya rû bi rû dest pê bike û got, ji bo vê jî divê pol bibin du yan jî sê par û bi vî awayî desr dest pê bikin.    Herî dawî Şener got: "Di perwerdehiyê de îflasê wekî serketinê nîşan didin. Ev jî lixwemikurhatinek e ku di perwerdehiya ji dûr ve jî amadekarî nekirine. Dû re ji me re dibêjin 'EBA rûxiya, daxwaz pir e, em kêfxweş in.' Mamoste nikarin têkevin EBA'yê îjar wê xwendekar çawa karibi têkevinê?"