Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê! 2020-10-02 09:19:16 ÊLIH - AKP, hema bibêje di her hilbijartinê de Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Êlihê ji xwe re dike malzemeya propagandayê. Lê belê nexweşxane 9 sal in înşeat e û hîn jî nayê zanîn wê kengî biqede û hejmara nivînên wê çend be.  Projeya Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Êlihê di sala 2011'an de hatibû amadekirin û di 2015'an de jî dest bi çêkirina wê hatibû kirin. Lê belê 9 sal derbas bûne hîn jî neqediyaye. Her wiha AKP, di her hilbijartinê de wê ji xwe re dike malzemeya propagandayê.    Hîn jî nayê zanîn wê çêkirina nexweşxaneyê kengî biqede.    ÎHALEYA WÊ GELEK CARAN HAT BETALKIRIN    Îhaleya ewilî ya projeya nexweşxaneyê di 3'yê Çileya 2011'an de hat kirin û di 16'ê Sibata 2011'an de jî hat betalkirin. Di meha Nîsanê de cardin îhaleya wê hat kirin. Lê belê ev îhale jî hat betalkirin. Dû re hat gotin wê qapasîteya nexweşxaneyê bibe 300 nivîn û ji bo vê jî îhaleyek hat çêkirin. Lê belê di serê sala 2014'an de ev îhale jî hat betalkirin. Di heman salê de ji bo înşeata nexweşxaneyê îhaleyeke din jî hat çêkirin. Bi şertê ku di 3'yê Îlona 2016'an de temam bibe îhale bi 62 milyon û 347 hezar TL'yî dan Şîrketa Serkayê.    Her wiha Serokê Îdareya Avahiyên Giştî ya Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê jî di bin navê "Karê Îkmalê yê Înşeata Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Êlihê ya 300 Nivînî" îhaleyeke din çêkir. Îhale bi şertê ku di 21'ê Hezîrana 2019'an de biqede bi 94 milyon û 967 hezar TL'yî dan Şîrketa Madenvaniyê ya Kayaşê ku girêdayî Sertayê ye.    Herî dawî jî ji bo karên gaza xwezayî ya nexweşxaneyê di meha Îlonê de îhaleyeke din hat çêkirin. Îhale di 15'ê Îlonê de hat çêkirin û bedêla wê 480 hezar TL ye û dema qedandia wê jî 31'ê Cotmeha 2020'an e.    KÎ HAT LI GOR XWE WEXTEK DIYAR KIR    Ligel ev qas îhaleyan hîn jî înşeat neqediyaye û ji bo qedandina wê jî daxuyaniyên cuda hatine dayîn. Serokomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, di 2'yê Gulana 2015'an de hatibû bajêr û ji bo nexweşxaneyê gotibû: "Ligel nexweşxaneya dewletê ya 400 nivînî, nexweşxaneya welidandinê ya 200 nivînî tê çêkirin."    Dû re Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr der barê nexweşxaneya ku AKP wê ji xwe re kiriye malzemeyeke hilbijartinê û ji ber ku zemîna wê ne baş bû bûbû rojev, daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de hatibû gotin wê nexweşxane di dawiya sala 2017'an de biqede.    Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim jî di mîtînga xwe ya Êlihê de ku di 1'ê Hezîrana 2018'an de hatibû lidarxistin, gotibû: "Nexweşxaneya welidandinê ya 350 nivînî tê çêkirin, ser xêrê be. Lê ev ne bes e, wê nexweşxaneyeke 500 nivînî jî bê çêkirin. Piştî nexweşxane bê çêkirin wê fakulteya tibê jî çêbibe. Di pêş de em ê fakulteya tibê jî têxin rojeva xwe."    HERÎ ZÊDE JÎ PARLEMENTERÊ AKP'Î BEHSA ANIYE SER WÊ   Heya niha herî zêde Parlementerê AKP'ê yê Êlihê Zîver Ozdemîr der barê nexweşxaneyê de daxuyanî dane. Ozdemîr, di 3'yê tebaxa 2018'an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakiyî gotibû: "Me li nexweşxaneya xw ehin lêkolîn kirin. Ji bo zû bê çêkirin û xizmeta gelê me bike em ê wê bişopînin." Ozdemîr, di 17'ê Nîsana 2019'an de seredana Serokê TOKÎ'yê Omer Bûlût kiribû û jê xwestibû înşeata nexweşaneyê temam bike.    Ozdemîr di 17'ê Îlona 2019'an de jî gotibû wê nexweşxane bê vekirin, lê negotibû wê kengî bê vekirin. Di Çileya 2020'an de di hevpeyvîna xwe ya rojnameyeke xwecihî de jî gotibû wê nexweşxane di Hezîrana 2020'an de vebe. Ozdemîr, di 20'ê Gulanê de jî gotibû: "Me li Nexweşxaneya Jina û Nexweşînên Zarokan a Nû ya Êlihê ku dê 3-4 meh şûnde vebe hin lêkolîn kirin."    Herî dawî Ozdemîr di hevpeyvîna xwe ya 30'yê Îlonê de gotibû wê nexweşxane di meha Cotmehê de vebe.    DAXUYANÎ LI HEV DERNAYÊN   Ligel van daxuyaniyan, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî di 4'ê Îlonê de gotibû: "Em ê li Êlihê nexweşxaneya 440 nivînî di dawiya vê mehê de vekin."    Her wiha Midûriyeta Giştî yê Veberhênaniyên Tenduristiyê jî di 21'ê Îlona 2020'an de gotibû wê hejmara nivînên nexweşxaneyê 385 be.    MA / Metîn Yoksû