Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne 2020-10-02 09:20:05 AMED – Sekreterê Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'yê Dogan Hatûn, destnîşan kir ku heger restorasyona tê kirin zirarê bide awayî dîrokî û çandî yê sûran, dibe ku sûr ji nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCO'yê bên derxistin.  Restorekirina bircên sûrên Amedê dest pê kir. Tê gotin wê restorasyon di 500 rojî de biqede û maliyeta wê jî 9 milyon û 471 hezar TL ye. Her wiha di çaçroveya restorasyonê de 41 şevnişînên nêzî sûran jî hatin îstimlaqkirin û wê bên rûxandin.    PLANA MASTERÊ   Sekreterê Koordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOB'yê Dogan Hatûn, anî ziman ku pêdivî bi restorasyonê heye lê belê do vî warî de hin fikarên wan jî hene. Hatûn, bibîr xist ku sûr di nav Lîsteya Mîrateyên Çandî yên Cîhanê ya UNESCO'yê de ne. Dogan, bilêv kir ku UNESCO'yê di sala 2015'an de ji Tirkiyeyê Plana Masterê xwestiye lê belê li gor hevdîtinên ku kirine ev plan nehatiye temamkirin. Hatûn got: "Lê em nizanin niha temam bûye yan na. Ji lewra der barê vê planê de tiştek bi raya giştî re nayê parvekirin. Bêyî çêkirina Plana Masterê ya Ji Bo Parastinê, restorekirina sûran cihê fikaran e."    Hatûn, fikarên xwe jî anîn ziman û got: "Gava UNESCO cihekî têxe nava lîsteya xw eya parastinê, bi temamî dixê. Yanî ji neqşa wê ya li wir bigirin heya navên wê yî dîrokî û çîrokên wê hemûyan. Gava vê dinirxîne planeke masterê tê bikaranîn. Piştî vê heya dinya hebe wê ew sûr li gor wê plana masterê bên parastin. Paşê heger pirsgirêkek çêbibe cardin wê li gor wê plana masterê bê restorekirin. Helbet gava ev ji UNESCO'yê re bên gotin tên kirin. Lê mixabin, saziyên dewletê ji zû de dîtin û pêşniyarên me esas nagirin. Lewma fikarên me hene ku ka UNESCO baş hatiye agahdarkirin an na."    Her wiha Hatûn anî ziman ku heger restorasyon li gor awayê dîrokî û uslûê neyê kirin wê prisgirêkên mezin rû bidin û bal kişand ser gotinên Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê Mûrat Kûrûm ku gotibû wê 250 metre sûrên hatine rûxandin cardin bên çêkirin. Hatûn got, cihê hatiye rûxandin hîmê wê jî nemaye û wesfa wê ya dîrokî nemeya û ne rast e sûrên nû bên çêkirin.    HIŞYAR KIR: DIBE KU JI LÎSTEYA UNESCO'YÊ BÊN DERXISTIN    Hatûn, hişyar kir ku divê di dema restorasyonê de awayê dîrokî yê sûran neyê xirabkirin û got, restorasyona bêyî plana masterê dibe ku zirarê bide awayê resen ê sûran û wesfê wan ê dîrokî ji holê rabike. Hatûn, destnîşan kir ku heger tiştekî werê çêbibe dibe ku UNESCO sûran ji nav lîsteya xwe derxîne ûg ot: "Heger awayê wê yê dîrokî ji holê rabe, helbet wê mîrateyeke dîrokî nemîne. Kes nikare tiştên wis abike û jixwe em jî nahêlin. Ev mîrateyeke dîrokî ye ku ji me re maye. Em jî mecbûr in vê mîrateyê ji nifşên bê re bihêlin."    BERTEKA JI BO PÊŞNIYARA GUHERANDINA NAVÊ BIRCAN    Ewilî nivîskar Şeyhmûs Dîken û dû re jî Serokê Komeleya Çand, Turîzm û Mûsîkiyê ya Amedê Kenan Aksû pêşniyar kiribûn ku navê bajarên Tirkiyeyê li 82 bircên Amedê bên kirin.    Hatûn, bi awayekî tunde bertek nîşanî vê yekê da û got: "Em bang li rêbirê komeleya navbirî dikin; bila lêborînê ji raya giştî bixwaze. Ev awayekî asîmlasiyonê ye, hewldaneke tunekirina dîrokekê ye. Ev hewldaneke ku dxwaze binî projeya wezaretê tije bike. Em vê yekêq ebûl nakin. Em hewldanên bi vî rengî ku dixwazin mîrateyên dîrokî asîmle bikin, şermezar dikin. Xebatên bi vî rengî, xebatine ku dixwazin dîroka vî bajarî tune bikin. Her bircek naveke wê heye, pêdivî bi navine nû tuneye. Tişta hatiye kirin dûrî aqilan e. Hevalên ku tiştekî werê dixwazin, bila hişê xwe bidin serê xwe. Dîroka vî bajarî ne ew tişte ku bibe qurbana wê heza we ya biçûk a turîzmê û eşqa we ya ji bo pereyan. Bila her kes hedê xwe zanibe."