Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir 2020-10-02 11:34:35   ŞIRNEX - Koçerên ji zozanan vedigeriyan, wesayîta wan qeza kir û di qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da.    Li nêzî Zozana Meydan Zengîn a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, wesayeta koçerên ji Sêrtê yên ji zozanan vedigeriyan qeza kir. Di qezayê de jina bi navê Selîme Şenyuz jiyana xwe ji dest da û 4 zarok birîndar bûn.   Hat diyar kirin ku zarokên birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê.