Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye 2020-10-02 14:30:11 ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku siyasetmedarên Kurd ên hatin girtin, bêyî delîl û li dijî hiqûqê hatin girtin û wiha got: "Bi girtina siyasetmedarên Kurd Edliyeya Enqereyê sûc kiriye." Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, têkildarî civîna Rêveberiya Navendî û geşedanên dawî li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, bal kişand ser binçavkirina 20 siyasetmedarên kurd û 17 kesên di nava wan de hatin girtin û wiha got: "Edliyeya Enqereyê bi girtina siyasetmedarên Kurd sûc kiriye. Bêyî delîl û li dijî hiqûqê biryar daye. Delîlek şênber tune ye. Bi ideayên çêker û bê kok siyasetmedar girtin. Biryara girtinê em matmayî nehiştin. Em baş dizanin ku biryar li dervê avahiyên Edliyeyê hatine girtin. Bi rojan in televizyon, rojname û medyaya hevkar bi nûçeyên xwe îdeanameyê dinivîsin. Muzakereyên girtinê amade dikir. Bi vê girtina siyasetmedarên Kurd pir rengî, pir dengî û pir aliya HDP’ê kirin hedef. Eniya siyaseta demokratîk û yekbûyî ya Tirkiyeyê kirin hedef. Lê dê nikaribin yekîtî û tevahiya me xera bikin. Dê hesabê vana yek bi yek bê pirsîn. Bila şik û gumana tu kesî ji vê yekê tune be. Rojeva civîna MYK'a me operasyonên siyasî û geşedanên din bûn. Biryarên têkildarî dema nû em ê piştre aşkere bikin."    Gunay, destnîşan kir ku di diroka Tirkiyeyê de îqtîdara herî despotik û dijminê civakê eniya AKP-MHP'e ye û wiha lê zêde kir: "Eniya AKP û MHP'ê her ku di polîtikayên hundir û derve te asê dibe, di serî de partiya me dikin hedef. Piştre hêza muxalif dikin hedef. Her ku serî li zorê û zilmê didin bêtir winda dikin. Yek ji rojevên vî welatî jî yek jê mixabin îşkence ye. Hûn dizanin li Navçeya Şaxê ya Wanê di 11'ê Îlonê de li pêş çavan tîmên taybet û eskeran 2 welatî Osman Şiban û Servet Turgut ewil binçav kirin û îşkence li wan kirin.  Piştre ji helîkoptêrê avêtin. Di qeydên nexweşxaneyê de hat diyar kirin ku sedema birîndariya wan 'Avêtina ji helikopterê ye'. Du gundî wekî di dema diktotoriya Amarîkaya Latin de ji helikopterê avêtin û îşkence li wan hat kirin. Bavê 7 zarokan Servet Turgut ku îşkence lê hat kirin, roja borî jiyana xwe ji dest da. Osman Şiban hişê wî winda bûye."    POLÎSAN BI SER ŞÎNÊ DE GIRT   Ebrû Gunay, anî ziman ku dema ji bo Servet Turgut sersaxî danîn, polîsan bi ser mala sersaxiyê degirt û wiha axivî: "Dema di şînê de birayê Servet Turgut di axivî, axaftina wî qut kirin. Heqaretên nayên gotin li wekîlan kirin. Ev asta faşizmê nîşan dide. Bifikirin kesê ku birayê wî bi îşkenceyê hatiye kuştin, di şîna burayê xwe de dema di axive, li pêş kamerayan axaftina wî qut dikin. Kesên dixwazin ku fêr bibin gundî çawa bi îşkenceya dijmirovî re rû bi rû mane, bila dîmenên şîna malbate ku polîsan bi ser wan de girtiye temaşe bikin. Tişta li Wanê ji helîkopterê hatiye avêtin, wîcdan û sincê Tirkiyeyê ye. Sinc û wîcdanê Tirkiye hatiye kavêtin. Di nava rojê de mirovan ji helîkopterê davêjin. Bi keyfî mirovan binçav dikin û digirin. Hiqûqê wekî çekê bikar tînin. Rêveberiya Almanyaya Hitler, Îtalyaya Mussolinî, Îspanyaya Franko îro li Tirkiyeyê tê meşandin."     BENDA HERÎ MEZIN A LI PÊŞ AKP-MHP'Ê HDP YE   Gunay, bal kişand ser polîtikayên îqtidara AKP-MHP'ê ya li dijî HDP'ê û wiha pêde çû: "Li pêş îqtîdara AKP-MHP'ê benda herî mezin HDP ye. Îqtîdar dixwaze vê bendê ji pêş xwe rake. Ji bo vê yekê bi çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên kobanê hincetan ava dike û êrîş dike. Ev operasyonên li dijî HDP'ê Komkujiya siyasî ye. Di wê roja operasyonê de parek mezin a cîhanê piştevanî da HDP'ê. Bila her kes baş zanibin ku 'HDP bi van êrîşan lawaz nabin. dijberî vê yekê HDP her ku diçe bêtir bi hêz dibe. Wê demê HDP'ê bi rojan di serî de bi Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu û rayedarên bilind re hevdîtinên dîplomatîk kirin. Lê encam bi dest nexist. Wê demê MYK'a HDP'ê ji ber berpirsiyariya xwe ya siyasî, têkildarî çalakiyên protestoyan, di 6'ê Cotmehê de daxuyanî dan. Peyama piştevanî û hestiyariyê kir. Bêyî destûrê ji hikûmetê bixwazin çalakî û daxuyanî mafekî zagonî û rewa ye. Mafekî ku Destûra Bingehîn daye ye. Banga li hikûmetê û dewletê bangek pir rewa û xwezayî ye. Di heman demê de hemû partiyên siyasî û xwediyên wicdan û sinc jî hema bang kirin. Me wê demê xwest di bin baneyê meclîsê de komîsyona lêkolîn û lêpirsînê bê avakirin. Em ê her hefte vê mijarê bînin meclîsê û pêşniyaran bidin. Divê komîsyon bê avakirin û rastî bê lêkolînkirin. Dikarin komîsyona heqîqetê ya sivîl jî ava bikin. Eger komîsyon bê avakirin wê demê emê bibinin ku sucdar kîne. Wê demê me li gel kesên ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê axa xwe, mala xwe û Kobanê parastin cih girt. Em ê îro jî li cem wan rawestin û piştgiriyê bidin wan. Dema demokrasî bê vî welatî hûnê hesab bidin vê yekê.    Gunay, bal kişand ser helwesta Serokomar Erdogan û wiha got: "Xuya ye ku Erdogan ji helwesta me bêzar e. Dibêje 'Ji xwe cihê wan li kolanan e.' Erê HDP li kolanê ye. Li fabrîqe, qad, sikak û meclîsê ye. Gel li ku be HDP jî li wir e. Li her derê ye. Em li cem gelê xwe ne."    BANG    Gunay, herî dawî destnîşan kir ku ew tu carî dest ji siyaseta demokratîk bernadin û heta vê îqtidarê têk bibin, dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Gunay, bang li hemû hêz û eniyên demokrasiyê dixwazin kir û xwest li dijî eniya faşizmê têkoşîna demokratîk xurt bikin. Gunay, xwest li dijî tecrid, pêkanînên dijdemokratk, bê edaleti, komkujiya siyasî û civakî, talankirina xwezayê li dijî qirkirin û tindiya li ser jin û kedê hemû hêzên demokratîk bibin yek û bi hevre têbikoşin û faşîzma ku bûye belaya serê Tirkiyeyê bavêjin sergoyê dîrokê.