Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan 2020-10-02 15:11:29 STENBOL - Dadgeha Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê, 6 meh qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Îmraliyê.  Dadgeha Înfazê ya 2’yemîn a Bûrsayê, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê yê Bûrsayê, 6 meh qedexeya hevdîtinê danîn ser parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Dadgeriyê li ser daxwaza dozger li Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê hevdîtina bi parêzeran re qedexe kir. Hat hînbûn ku biryar di 23'ê îlonê de hatiye girtin.    Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an hetan 8 salan bi hincetên cuda hatibû qedexekirin û asteng kirin. Parêzer piştî 8 salan û piştî çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên girtîgehan di 2'ê Gulana 2019’an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.    Dema bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê di 16'ê Gulana 2019’an de Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul, têkildarî qedexeya hevdîtinan, diyar kiribû ku qedexe hatine rakirin û derfetên hevdîtinê hatine dayîn. Piştre parêzer di 22'ê Gulana 12-18'ê Hezîran, 7 tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê. Ji hevdîtna dawî heta niha parêzeran 107 caran serlêdan kirin, lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin.