Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin 2020-10-02 23:27:35   AMED / MÊRDÎN - Walîtiyên Amed û Mêrdînê daxuyandin ku çalakiyên giştî yên li her du bajaran heya du mehan hatine taloqkirin.    Walîtiya Amedê bi awayekî nivîskî daxuyand ku di çarçoveya tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê çalakiyên saziyên civaka sivîl, saziyên pîşeyî yên di wesfê saziyên cemaweriyê de, çalakiyên yekîtî û koperatîfan heya 2 mehan hatine taloqkirin.    Walîtiya Mêrdînê jî bi awayekî nivîskî daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de ragihand ku di çaçroveya tevdîrên ji bo şewba Covîd-19'ê li bajêr çalakiyên giştî heya 2 mehan hatine taloqkirin.   Her wiha di daxuyaniyên her du walîtiyan de jî hat diyarkirin ku heger biryarên hatine girtin bên binpêkirin wê ceza bê birîn.