Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e 2020-10-03 09:41:42 STENBOL - Endamê Nor Zartongê Alex Kalk, mudaxilbûna Tirkiyeyê ya nav şerê di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de nirxand. Kalk, anî ziman ku îqtidar ji hêlekê ve dixwaze projeya Asyaya Navîn ku îttihatparêzan temam nekiribû pêk bîne û li hêla din jî dixwaze bi rêya şidetê ji derheqê tengijîna xwe ya navxweyî derkeve.   Şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê ku di 27'ê îlonê de dest pê kir, her ku diçe gûr dibe. Têkildarî şerê heyîe û pirsgireka Karabaxê Endamê Nor Zartongê Alex Kalk nirxandin kir. Alex Kalk anî ziman ku hikûmeta AKP’ê dixwaze projeya xwe ya îtîhatkar temam bike û bi ruh bike. Kalk, da zanîn ku AKP bi vî şerî armanc dike ku projeya ku li Rojhilata Asya belav bibe, têkçûna aborî û politik piştî êrîşa li Sûriye, Libya û Derya Spî niha jî bi êrîşa Ermenistanê dixwaze ji holê rake.    LI KARABAXÊ BÊTIR ERMENÎ DIJÎN    Alex Kalk da zanîn ku piştî Rûsya Çar belav bû û Rûsya Sovyetê hat avakirin, Bajarê Karabaxê ji gelê ermenî pêk dihat û kongreyên ku gelê ermenî pêk anîne hene. Kalk, destnîşan kir ku nifûsa herêmê bêtir ji gelê Ermenî pêk tê û wiha got: "Dihat payîn ku bajarên Karabag û Nahçivanê bi Ermenistanê ve bên girêdan û wekî herêmê xweser bên naskirin. Lê pragmatistan wê demê ji ber sedemên cuda yên konjekturel ên siyasî herêm bi Azerbaycanê ve girêdan. Karabag di serdema Rêveberiya Sovyetê de li gorî Destûra Bingehîn a Sovyetê ji bo di çarçoveya “Mafê qedera xwe ya neteweyî nas bike û bi rêve bibe" û derbasî serxwebûna xweser bibe, ket nava gelek hewldanên demokratîk. Lê hesabên siyasî û stratejîk destûr nedan vê yekê.    AZERBAYCAN ŞER WINDA KIR   Kalk, anî ziman ku piştî Rûsya Sovyetê belav bû, pirsgirêk ji nûve derket holê û wiha axivî: "Di hilbijartina gel a sala 1991'an de ji sedî 99’ê gel ji bo biryara serxwebûnê gotin erê. Li ser vê yekê Azerbaycanê mudaxaleya eskerî kir. Ermenistan bi gelê Karabaxê şer qezen çir. Bi vê yekê Karabax ket kontrola Ermenistanê. Ji wê demê heta niha şer bi dawî nebûye. Hin caran agirbest hatiye îlankirin. Heta niha şerê herî dijwar niha pêk tê.    PIŞTÎ TIRKIYE DESTEK TA AZERBEYCAN HEVSENG XERA BÛ     Kalk, da zanîn ku piştî Tirkiye piştgirî da Azerbeycanê hevsengiya di nava di welatan de xera bû û wiha got: “Nifûsa Azerbaycan 3 qat ji ya Ermenistanê zêdetir e. Di aliyê aborî de xaza xwezayî û petrola wê heye. Têr tike ku zêde zêde çekan bistîne. Hêza Azerbeycanê ya eskerî û çekan ji ya Ermenîstanê pir pir zêdetir e. Li gel vê yekê Tirkiye piştgirî da Azerbeycanê û hevsengî xera kir. Tenê bi çekan alîkariyê nade. Komên çektar ên ji Sûriye û Libya dikişîne û dişîne Azerbeycanê. Dîsa ÎHA û SİHA  dişîne û vê hevsengiyê xera dike."    Kalk, bibîr xist ku xerabûna dostanî, xwişk u biratiya di nava gelên Kafkasya de rola Osmaniyan gelek zêde ye û wiha lê zêde kir: "Tirkiye ji berê de ji bo berjewendiyên xwe nêzîkî herêmê dibe. Her ku firsend dikeve destê Tirkiye rola Osmanî nûjen dike. Bi taybetî piştî Rûsya Çar hilweşiya û Rûsya Sovyetê hat avakirin valahiyek çêbû. Di vê valahiyê de Enver Paşa û Îtîhatkaran bi fikra Turanî û Artêşa Kafkas mudaxaleyî Rojhilatê Bakuyê kirin. Mudaxaleyên wê demê îro jî didomin. Wê demê xwestin di ser Nahçivan, Karabax û Baku re li Rojhilata Asya belav bibin. Xwestin nifûsa wê tev li hev bikin û bi şiklekî Ermeniyan ji wir paqij bikin. Ev berdewama komkujiya 1915'an a Ermeniyan e. Ew projeya wan bi avakirina Rûsya Sovyet nîvco mabû dixwazin vê projeyê temam bikin. "    Kalk, bal kişand ser rola Rûsya jî û wiha berdewam kir: "Piştî Paşinyan bû îqtîdar bêtir polîtîkayên liberal xistin meriyetê. Bêtir xwe nêzî Rojava kir. Ne dixwaze xwe ji Rûsya dûr bixe û ne jî dixwaze xwe ji Rojava dûr bixe."   HÊZÊN NAVNETEWEYÎ TEMAŞE DIKIN   Kalk, sekna hêzên navneteweyî jî nirxand û got: "Her roj şer bêtir dijwar dibe. Li gel vê yekê hêzên navneteweyî raste rast mudaxaleyî vê yekê nakin û tenê temaşe dikin. Denê daxuyanî didin û şermezar dikin. Niha hinekî jî konjektora siyasî vê yekê dixwaze. Tirkiye û Azerbaycan jî ji vê konjekturê sûdê digirin. Ev ne tiştekî ketober û tesadufî ye. Hatiye plankirin. Xuya dibe ku ev yek wekî firsend dîtine û mudaxale kirine. Li herêmê komên cîhatkar sucên mezin kirin. Komên çekdar ên cîhatkar ku ji Sûriye û Lîbya şandin Azerbeycanê sûcên mezin kirin. Ev di capemeniya cîhanê de jî hat dîtin. Tirkiye kengî dixwaze komên çekdar dişine welatekî din. Komên çekdar ji Sûriye şandin Libya. Ji wir dişîne Kafkasya. Sibê van koman bişîne ku ne diyar e.    ÎQTÎTARA KU ASÊ BÛYE ŞER GÛR DIKE   Kalk, herî dawî bal kişand ser îqtîdara Tirkiye û şer û wiha bli dawî kir: "Îqtîdara AKP'ê îdea dike ku PKK’î ji bo şer birine Ermenistanê. Bi vê yekê agahiyên dezenformasyon belav dike. Lê tu delîl û rastiya vê yekê tune ye. Ev ji bo siyaseta hundir e. Ev nîşan dide ku îqtîdara AKP'ê asê bûye vê yekê belav dike. Ji ber AKP di qada aborî, siyasî  de asê bûye şer gûr dike. Hem medya nêzî îqtîdarê û hem jî medya înternetê li dijî ermeniyan gotin û nûçeyên  nefretê pêş dixin. Di welatê ku nifûsa wî 80 milyon e de 50 hezar ermenî mane. wekî dijmin û xaîn nîşan dide û dike armanc. Zimanê cudakarî û nifrînê civakê jahrînî dike. Mînakê dîrokî pir in. Bûyerên 6, 7'ê îlonê, Komkujiya Sêwasê, Komkujiya Mereşê û gelek mînakên din hene. Ev ziman û nêzîkatî pir talûke ye. Dixwazin bêtir civakê perçe bikin û bêdeng bikin. Ez hevî dikim bêtir xera nebe. Em bazirganên şer ku li ser şer çekan difiroşin û rantê dixwen, kesên piştgiriyê didin şer şermezar dikin. Em hemû kesên muxailf, demokrat û şoreşger divê em bêtir dengê aştiyê bilind bikin.  Divê em ji zimanê şer re bêjin bes e. Divê em bi yek zimanî bêjin "Ji şer re na" Divê em dengê aştiyê bilind bikin."    MA / Îdris Sayilgan