Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin 2020-10-03 11:07:44 STENBOL - Hevbertevka DÎK’ê Huda Kaya, bertek nîşanî qeyûmê tayînî Şaredariya Qersê hat kirin û li ber şaredariyê nimêja Înê kir da û got: “Kesên ku vîna gel xesp dikin û nimêjê li ber cihên ku xesp kirin dikin, mirovan bi Xwedê dixapînin. Lê dîzek tu carî nikarin bi nimêje xwe xilas bikin.”    Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bi de, hat girtin Wezareta Karê Hûndir Bîlgen ji peywirê girt û li şûna wî Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Oksuz ê ku bi artêşa parêzvan û polîsan re derbasî avahiya şaredariyê bû, pişt re weke wezîfe û karê xwe yê ewil li ber şaredariyê nimêja Înê kiribû.    Hevberdevka Kongeya Îslama Demokratîk (DÎK) Huda Kaya, bertek nîşanî nimêjkirina qeyûm a li ber şaredariyê da. Kaya daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Kesên ku baweriya xwe bi Xwedê tînin, li ser rêya pexember pêş dikevin, Qûranê ji bo xwe kirine rêber, hemû Misilman baş dizanîn ku dizî, derew, îşkence û xesp kirin sûc û gunehe. Yên ku vîna gelan xesp dikin û qeyûm tayîn dikin, bi kirina nimêjeke mirovan bi Xwedî dixapînin.”    'DÎROK DÊ WE EFO NEKE’   Kaya di dawama daxuyaniya xwe de wiha pê de çû: “Yên ku vîn û mafê mirovan desteser dikin, wê nekarin bi kirina nimêjê xwe bidin efo kirin. Yezîd û eskerên wî jî dema Hz. Huseyîn qetil kirin, nimêj kiribûn. Zalimê Haccac-i jî dema Kabe dida ber keviran, nimêj dikir. Kesên ku Ebû Hanîfe û Ahmet Bin Hanbel, di zindanê de îşkence dikirin jî, nimêj dikirin. Lê dîrok îro lanetê li wan tîne.”   ‘WÊ NEKARIN XWE BI NIMÊJÊ XILAS BIKIN’   Kaya, da zanîn ku diziye dikin, bêedaletiyê dikin û li çavê gel mêze dikin û derewan dikin. Kaya, dest nîşan kir ku desthilatdariya îşkenceyê bi mirovan dike, nikare xwe  bi nimêjê xelas bike û wiha bi dawî kir: “Bi nimêje mirovan bi Xwedê dixapînin. Bi vê zilmê li gel dikin. Lê ya rast nimêj, stûnê heqîq û edaleta ole.”