Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn 2020-10-03 11:44:34 AMED – Parlamenterên HDP’ê têkildarî qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û sê girtiyên li cem wî ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsîn.    Parlamentera HDP’a ya Amedê Remziye Tosûn û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca têkildarî tecrîtkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û biryara qedexeya 6 mehan a ku Dadgeha Bûrsayê daniye ser parêzer Ocalan û sê girtiyên li cem wî birin rojeva Meclîsê. Tosûn û Ûca derbarê tecrîdê û qedexeya li pêşiya parêzeran pêşniyazpirsên cuda dan Wezîrê Dadê Abdulhamî Gul û xwestin pêşniyazpirsên wan werin bersivandin.    Tosûn di pêşniyaznameya xwe de diyar kir ku ji roja 15’ê Sibata 1999’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîne Tirkiyê bênavber têcrîdkirin û bi sepanên dijhiqûqî re rûbirû ye û 21 sal in tecrîdkirina Ocalan didome.     Ûca jî derbarê qedexeya danîne ser parêzeran da zanîn ku hevdîtin mafê her girtî ye û mafê hevdîtin mafek bi peymanên navnetewî hatiye mîsogerkirin. Ûca di pêşnyaznameya xwe de got armanca qedexeya li ser parêzeran çi ye û xwest ev qedexe demildest were rakirin.