Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin 2020-10-03 11:47:48 STENBOL -  Saziya Agahiyên Teknolojî û Ragihandinê (BTK) bi biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dîlokê navnîşana mezopotamyaajansi22.com a Ajansa Mezopotamyayê (MA) asteng kiribû. Parêzerên MA’yê ev biryara astengkirinê îtîraz kirin.    Saziya Agahiyên Teknolojî û Ragihandinê (BTK) li ser biryara 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Dîlokê navnîşana Ajansa Mezopotamya (MA) “www.mezopotamyaajansi22.com” di 30’ê îlonê de asteng kiribû. Ev biryara astengkirina ragihandina MA’yê hat îtîrazkirin.    Parêzerên MA’yê, daxwaznameya îtîrazê pêşkêşî dadgehê kirin û diyar kirin ku ev biryar bi awayekê qanûnî, rê û rêbazên hiqûqî nehatiye teblîx kirin. Parêzeran, di daxwaznameya îtîrazê de wiha gotin: “Ev biryar di astan sansurê de ye û mudaxileya li dijî aşkere kirin fikir û ramanê û azadiya weşanê ye. Divê astengiya ragihandinê tavilê bê rakirin.”