Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn 2020-10-03 12:41:18 AMED - Xizmên Windayan, aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê ku li gundê Eşme ya navçeya Farqînê hat binçavkirin, dibin çavan de wêneyê wî hat kişandin û dûre hat windakirin, pirsîn.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her heftê pêk tînin, di heftiya 608’emîn de jî bi weşandina vîdeoyekê li dar xistin. Sekretera Şaxa ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer, çîroka windakirina Alî Îhsan Dagli yê li gundê Eşme ya navçeya Farqînê ya Amedê hat binçavkirin, dibin çavan de wêneyê wî hat kişandin û dûre hatibû windakirin xwend.    ‘BIRIN QEREQOLÊ’   Acer, wiha qala aqûbeta Dagli kir: “Alî Îhsan Dagli di 14’ê Nîsana 1995’an de, di pevçûnekê de bi 7 mîlîtanên rêxistinê re tê binçavkirin. Keyayê gund Mehmet Şîrîn Kiliç dibe şahid ku Dagli ji gund dibin û ji destê xwe yê çêpê hatibû birîndarkirin. Li gorî vegotinên keyayê gund; Dagli ewil dibin gundê Hişkamergê. Nîv saetê li vê derê radiwestînin. Dûre li helîkopterê siwar dikin û dibin Qereqola Eskerî ya Farqînê. Keyayê ku dibe şahidê bûyerê tê binçavkirin û rojek  şûnde tê berdan. Lê careke din bi tu awayî agahî ji Dagli nayê girtin.”   ‘BI WÊNEYAN HAT BELGEKIRIN’   Acer, da zanîn ku piştî Dagli tê binçavkirin, malbata wî serî li saziyên fermî didin û wiha got: “Lê malbata bi tu awayî encamekê nagire. Dûre bavê Dagli Mehmet Dagli di 24’ê Nîsana 1995’an de serî li dozgerê DGM’ê dide. Piştre ji malbatê re tê gotin ku kesekê bi navê Alî Îhsan Dagli raste ku hatiye  binçavkirin. Dîsa li gorî nûçeya Rojnameya Evrenselê ya di 11’ê Cotmeha 1995’an, ji ber ku malbat serî li ÎHD’ê dide, esker bi ser gund de digrin û malbatê derp dikin. Di Rojnameya Evrenselê de wêneyê Dagli yê dibin çavan de hatibû kişandin tê dayîn. Di wêne de jî, xuya dike ku destê Dagli yê çepekê hatiye pêçandan. Malbata Dagli ji bilî vî wêneyê wî, tu agahiyên şênber jê nagirin.”    ‘DMME MEHKUM KIR    Acer, dest nîşan kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber windakirina Alî Îhsan Dagli Tirkiye mehkûm kir.