Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide 2020-10-03 13:18:18   MÊRDÎN – Sekreterê Giştî yê Şaredariya Mêrdînê Mustafa Yildiz ê HDP’yî bi hêcetên “îftîra”, “sûc lêanînê” û “wezîfeya xwe nebaş bikar aniye” derbarê Sekreterê Giştî yê qeyûmê Mêrdînê Zeynî Teker de gilî kir.    Li ser daxwaza Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê Tebaxa 2019’an de Waliyê Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman cara duyem wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêdînê hatibû kirin. Yaman ji bo Sekreteriya Giştî ya Şaredariyê Zeynî Teker wezîfedar kiribû. Serokê Desteya Teftîşa Esil Mustafa Yildiz ê di serdema HDP’ê de Sekreterê Giştî yê Şaredariyê bû, derbarê sekretere qeyûm Zeynî Teker de gilî kir.    Darberê Mustafa Yildiz de rapora “ji karmendiyê derxistin” hat amadekirin. Derbarê Yildiz de bi îdiayên “wêrekiyê daye pergala hevserokatiyê”, “ji tahsîskirina wesayîta hevserokê re bûye wesîle” û “bi rêxistinên terorê re di nava yekîtiya çalakiyê de bûye” lêpirsîna hatibû destpêkirin, temam bû. Desteya Bilind a Dîsîplînê bi hêceta delîlek şênber nîne daxwaza dûrkirina ji karmendiyê ya Yildiz red kir.    Yildiz dibêje Sekreterê qeyûm Teker bûye sedema vê lêpirsînê. Yildiz ji ber vê yekê bi hêcetên “îftîra”, “sûc lêanîn” û “wezîfeya xwe nebaş bikar aniye” derbarê Sekreterê Giştî yê qeyûmê Mêrdînê Zeynî Teker de gilî hat kir û xwest derbarê Teker de doza cemaweriyê were vekirin.