Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin 2020-10-03 13:41:14 STENBOL - Li gorî “Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Îlona 2020’an” a ku ji aliyê Press In Arrest ve hat aşkerekirin, di nava mehê de 38 dozên çapemeniyê çapemeniyê hatin dîtin û 20 jê jin bi giştî 64 rojnameger di van dozan de hatin darizandin.   Press In Arrest, “Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Îlona 2020’an” aşkere kir. Li gorî agahiyên di raporê de cih digirin, di meha Îlonê de herî kêm li 7 bajaran di 38 dozên çepemeniyê hatin dîtin û 20 jê jin bi giştî 64 rojnameger hatin darizandin. Ji van rojnamegerên tên darizandin jî re, 7 car cezayê muebeta giran, 970 sal û 10 meh cezayê girtîgehê tê xwestin. Dîsa, derbarê 3 rojnamegeran de, dozên tazmînatê hatine vekirin û bi giştî 340 hezar TL tazmîneta manewî tê xwestin.    Rojnamegerên di dozên hatin darizandina de, rastî van binpêkirinên mafan hatin:    "* Aşkere kirina darizandinan herî kêm 10 caran hat binpêkirin.    * Pêvajoya pandemiyê li ser darizandina rojnamegeran bandor kir. Di 9 dozên 13 rojnameger tê de hatin darizandin, dadgeran bi hinceta şewbê destûr nedan ku çavdêrê bikevin salona dadgehê. Tenê rojnamegerên dihatin darizandin û parêzerên wan tevlî danişînê dibûn.    * Di 5 dozên 5 rojnameger tê de hatin darizandin de, dibin çavdariya polîs û hêzên ewlekariyê yên taybet de hatin dîtin.    * Di doza rojnameger Azîz Orûç de şandeya dadgehê bi giştî hat guhertin. Şandeya dadgehê jî ji ber vê biryara dewama girtina Orûç da.    * Derbarê 15 rojnamegeran de hat xwestin ku cezayê zêde li wan bê birin.    * Herî kêm 11 rojnameger hatin binçavkirin û ji bo îfade dayînê vexwenndin miduriyeta polîsan. Derbarê van rojnamegeran de yan dest bi lêpirsînê hat kirin, yan jî gilî hat kirin.    * Derbarê 5 rojnamegeran de jî, bi giştî 21 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.”