ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-04 09:00:09   * "Cinawira Gola Wanê" ku hema bibêje bûye efsane, vê carê bi pênûsa nivîskar Berfa Servînê ji Weşanên Sîtavê derket. Di pirtûkê de cinawir ne tişteke tirsnak e, wekî melekeke ku golê diparêze hatiye sêwirandin.   *  Dîwana Muhasebatê di 2018'an de nelirêtiyên di projeya troleybusê ya rêveberiya Şaredariya Rihayê ya AKP'î tespîtkiribûn û di rapora xwe ya Mijdara 2019'an de parvekiribûn û xwestibû demildest lêpirsîn bê destpêkirin. Lê belê 11 meh in giliyên der barê projeya ku şaredariya AKP'î jê re dibêje "Mega" de nehatine bersivandin.    * Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç, ji ber ku amûra hilmijînê nedidanê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî demekê daxwazên Yamaç haibûn qebûlkirin. Lê belê hîn jî rewşa Yamaç di xetereyê de ye. Wasiyê Yamaç Ûgûr Sayan got: "Hîn jî rewşa wî xirab e."    * Seroka Giştî ya Xebatkarên Karê Nav Malan Gulsum Nazlioglû, anî ziman ku her diçe cinayetên jinan vediguhere "qirkirina cinsî" û got, ji bo pêşî li ber vê bê girtin divê Peymana Stenbolê bê pêkanîn û ji bo jinan qadên îstihdamê bên vekirin.    * Serokê Daîreya Rêxistiniyê ya Sîne-Senê Galîp Gorur, anî ziman ku divê karkerên setê di şert û mercên insanî de û herî zêde 8 saetan bên şixulandin û xwest karker bibin kirde û hêza xwe ya ji bo hilberînê bi kar bînin.    * Di 18 mehan de der barê rojnamevan Hakki Boltan de 5 doz û 6 lêpirsîn hatine destpêkirin.    * Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî "lêpirsîna Kobaniyê" ya li hemberî partiya wan de hat destpêkirin got, gel bi xwedîderketina li partiyê feraseta îqtidarê ya ku dixwaze HDP'ê îllegalîze bike pûç kiriye.    * Federasyona 78'an a Şoreşger, Malêngel û ÎHD, wê derbarê rojevên heyî de daxuyaniyek hevpar bidin çapemeniyê. (11.00)   * Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlekariya Kar (ÎSÎG), wê rapora xwe ya derbarê cînayetên karkeran ên di meha Îlonê pêk hatin de, li ber Opera Sureyya ya li Kadikoyê, di daxuyaniya çapemeniyê de re aşkere bike. (15.00)