Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket 2020-10-04 09:00:14   WAN - "Cinawira Gola Wanê" ku hema bibêje bûye efsane, vê carê bi pênûsa nivîskar Berfa Servînê ji Weşanên Sîtavê derket. Di pirtûkê de cinawir ne tişteke tirsnak e, wekî melekeke ku golê diparêze hatiye sêwirandin.    "Cinawira Gola Wanê" ku hema bibêje bûye efsane, ji aliyê nivîskar Berfa Servînê ve wekî pirtûkeke zarokan hat çapkirin. Di pirtûkê de cinawir ne wekî tiştekî tirsnak, wekî melekeke ku golê diparêze hatiye sêwirandin. Pirtûk ji Weşanên Sîtavê der çûye û ê ji tirkî wergerandiye kurdî Mele Mihemedê Kêrsî ye.    Di danasîna pirtûkê de ev tişt hatine gotin: "Mijara vê berhemê balkişandina paqijgirtina Behra Wanê ye û di vî warî de hişyarkirina mirovan e. Berhem balê dikişîne ser tevgerên mirovan yên qirêjkirina behrê û pê re girêdayî zirara ku digihînin heywanên di nava behrê de. Masiyên di nava behrê de li gel pêşenga heywanan Cinawira Golê li gel komek zarokan dibin hevalên hev û bi hev re li hemberî mirovên ku behrê qirêj dikin ditêkoşin. Di encamê de bi ser dikevin û ji bo paqijgirtina behrê hişyariyeke baş çêdikin.   Ev berhem, ji bo ku zarok bi heskirin û baldar nêzîkî xweza û heywanan bibin berhemek gelek hêja û bikêr e. Berhem bi wêneyan hatiye xemilandin. Ev yek jî heskirina zarokan ji bo berhemê zêdetir dike. Zarok dê bi heskirin vê berhemê bixwînin û dê bi kêfxweşî bibin hevalên Cinawira Gola Wanê."