Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin 2020-10-04 09:00:27   RIHA – Dîwana Muhasebatê di 2018'an de nelirêtiyên di projeya troleybusê ya rêveberiya Şaredariya Rihayê ya AKP'î tespîtkiribûn û di rapora xwe ya Mijdara 2019'an de parvekiribûn û xwestibû demildest lêpirsîn bê destpêkirin. Lê belê 11 meh in giliyên der barê projeya ku şaredariya AKP'î jê re dibêje "Mega" de nehatine bersivandin.    Dîwana Muhasebetê di sala 2018'an de di îhaleya Projeya Troleybusê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya AKP'î de nelirêtî tespîtkiribûn. Dîwana Muhasebatê nelirêtiyên di îhaleya projeya ku wekî "Mega" hatiye nîşandan de di rapora xwe ya Mijdara 2019'an de parvekiribûn. Lê belê projeya îhaleya wê 69 milyon û 974 hezar û 640 TL ye hîn jî nehatiye temamkirin.    Dîwana Muhasebeatê di lêkolîna xwe de nelirêtiyên dijî mewzûata îhaleyê de tespîtkiribûn û xwestibû der barê kesên têkildar de demildest lêpirsîn bê destpêkirin. Piştî vê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Rihayê giliyê van nelirêtiyên navbirî kiribûn. Lê belê 11 meh derbas bûne hîn jî tiştek nehatiye kirin.   Endamê Komîsyona Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Rihayê Parêzer Mûrat Ûmût, diyar kir ku hîn jî daxwaznameya wan nehatiye bersivandin û got: "Perê gel beredayî hatiye xerckirin. Pere di qaseya hin kesan de ye."    Parêzer Ûmût, bilêv kir ku nelirêtiyên hatine kirin bi rapora Dîwana Mûhasebatê jî hatine tespîtkirin û got, fîrmaya ku ji bo projeyê maliyet diyar kiriye û fîrmaya ku çêkirina projeyê hilgirtiye ser xwe heman fîrma ne. Ûmût, destnîşan kir ku ya hatiye kirin li gor qanûnê qedexe ye û got, di îhaleyê de nelirêtiyên mezin hene.    PROJEYEKE MIRÎ!   Ûmût, da zanîn ku heqê projeyê hatiye dayîn lê belê hîn jî nizanin proje di çi astê de ye û got: "Di hevdîtina me ya dawî ya bi rayedarên şaredariyê de, ji me re gotin fîrmaya muteahî dem xwestiye û wan jî 6 meh wext daye wan. 6 mehê hatibû dayîn qediya. Ji bo proje bê temamkirin, dema wê taloqî Hezîrana 2020'an kiribûn. Hîn jî proje wek berê ye. Fîrmaya ku pere stend dîrek çikandin. Otobês kirîn. Ew jî li devereke Zanîngeha Harranê hatine parkkirin. Yanî proje ne di fealiyetê de ye."    Ûmût, ku got "projeya heyî projeyeke mirî ye" got: "Roja proje bû rje, endezyarên gihaniyê gotin 'Li jor ceryan li jêr lastîk, ev proje dê ne temendirêj be.' Ewropayê di salên 1940, 50 û 60'î de tarambusê ceribandin lê tiştek bid est enxistin. Ji ber ku tu fêdeya wê tunebû, dev jê berdan."    LÊPIRSÎN NEHATIYE DESTPÊKIRIN!    Ûmût, anî ziman ku ev qas nelirêtî hatine kirin lê dîsa jî proje nehatiey temamkirin û got: "Diviya bû wisa bûn. Piştî rapora Dîwana Muhasebetaê diviyabû şaredariyê der barê kesên têkildar de demildest lêpirsîna îdarî bidana destpêkirin. Û diviyabû gilî bikirana. Lê belê hîn jî şaredariyê tiştek nekiriye. Tişta din jî, diviyabû şaredarîiyê kesên cemawerî xisirandine û çi qasî xisirandine etspît bikirana û ziraar heyî ji wan bsitendana."    ‘PERE DI QASEYA HIN KESAN DE YE'    Ûmût, bilêv kir ku komîsyona wan gilî kiriye û got: "Di vir de sûcine mezin hene. Mesele tenê ne xirabkirina îhaleyê û xisirandina cemaweriyê ye. Heger baş bê lêpirsînkirin wê bertîla li pişt vê derkeve holê. Lê titşekîw erê nehat kirin. Hîn jî daxwaznameya gilîkirinê li Serdozgeriya Komarê ye. Tiştek nehatiye kirin. Pereyê gel beredayî hatine xerckirin. Pere dan bi dîregan. Ev pere di qaseya hin kesan de ye. Hîn jî di vê şaşiyê de israr dikin. Netemamkirina projeyê jî nîşan dide ku ev bi neyteke baş nehatiye kirin. Em hewl didin vê nelirêtiya mezin aşkere bikin. Em li benda piştgiriya her kesî ne."