Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome 2020-10-04 09:00:45   WAN- Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç, ji ber ku amûra hilmijînê nedidanê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî demekê daxwazên Yamaç haibûn qebûlkirin. Lê belê hîn jî rewşa Yamaç di xetereyê de ye. Wasiyê Yamaç Ûgûr Sayan got: "Hîn jî rewşa wî xirab e."    Girtiyê nexweş Mehmet Yamaç ku di Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê de ye, ji ber ku îdareya girtîgehê amûra hilmijînê nedidayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiribû. Piştî demekê daxwazên wî ahtibûn qebûlkirin û Yamaç jî dev ji greva birçîbûnê berdabû. Wasiyê wî Ûgûr Sayan got: "Greva birçîbûnê bi dawî bûye, lê belê hîn jî xetereya siheta Mehmet didome."    25 SAL IN GIRTIYE    Yamaç, 25 sal in girtiye. Di "Operasyona Vegera Li Jiyanê" ya di 19'ê Kanûna 2000'î de hatibû kirin, li Girtîgeha Ceyhan a Edeneyê bi giranî birîndar bûbû. Yamaç ku qefsinga wî şikiyaye, 20 sal in nayê tedawîkirin.    Her wiha ji ber gazên di dema operasyonê de hatibûn avêtin qismek pişika Yamaç şewitîbû û j ber dermanên şaş nexweşiya wî lê giran bûye. Yamaç, ji ber ku nayê tedawîkirin zêde diêşe û ji ber ku her cara diçe nexweşxaneyê bi şideteke derûniyî re rû bi rû dimîne, gelek caran çûyîna nexweşxaneyê qebûl nekiriye.    DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ KIRIBÛ    Herî dawî Yamaç ji ber ku îdareya girtîgehê amûra hilmijînê nedidayê di 28'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî îdareya girtîgehê gotibû wê amûrê bidinê wî jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kiribû.    Wasiyê wî Ûgûr Sayan got: "Her cara ku Mehmet diçe nexweşxaneyê, bijîşkên nexweşxaneyê jê re dibêjin 'Jixwe tu yê bimirî, badilhewa neyê van deran.' Çûyîna nexweşxaneyê wekî îşkenceyê ye. Ji min re got, ji ber ku nexweşxane tiştekî anke ne hewce ye biçe nexweşxaneyê. Heya niha min nedîtiye ku Mehmet birine nexweşxaneyeke baş û mudaxileyî nexweşînê wî hatine kirine."    XETERE DIDOME    Sayan, anî ziman ku nexweşîna pişika Mehmet êdî di asta dawî de ye û got: "Ji bo vê jî ji nexweşxaneyê re gotiye pêdiviya wî bi tûpekî oksîjenê heye. Gotiye nebe ew ê bikire, lê belê îdareya girtîgehê nehiştiye. Li ser vê Mehmet jî dest bi greva birçîbûnê kiriye. Piştî hin hewldanên Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû û piştî jê re hatiey gotin wê amûra hilmijînê bidin wî, çalakiya xwe bi dawî kiriye. Çendî ku greva birçîbûnê bi dawî bûbe jî, lê hîn jî xetereya tenduristiya Mehmet didome."    BI MIRINÊR E RÛ BI RÛ HATIYE HIŞTIN    Sayan, anî ziman ku bi pêvajoya pandemiyê re Yamaç û girtiyên nexweş ên din ji ber xetereyê naçin nexweşxaneyê, lê belê rêveberiya girtîgehê jî bi israr dixwaze wan bibe nexweşxaneyê. Sayan got: "Mehmet ji minre gotibû, 'Dixwazin me bibin nexweşxaneyê û bi mirinê re rû bi rû bihêlin.' Her diçe rewşa girtiyê nexweş xirabtir dibe. Divê ev yek bê dîtin. Rêvebiriyên girtîgehê jî ji zû de bi helwestine faşîzan nêzî girtiyên nexweş dibin. Jiyana Mehmet yamaç jî di xetereyê de ye. Heger jiyana xwe jid est bide berpirsiyarî ya îadreya girtîgehê û kesên welêt bi rê ve dibin. Girtiyên siyasî nayên tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû tên hiştin."