Zaroka 6 salî mirî hat dîtin 2020-10-04 11:33:33   AMED - Li Farqînê, zarokek 6 salî di malê de mirî hat dîtin.   Li gundê Mala Elîkê ya girêdayê navçeya Farqînê ya Amedê, zaroka 6 salî Avşîn Guler, di mala lê dijiya de mirî hat dîtin. Cenazeyê Guler, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Zanîngehê ya Dîcle. Malbatê piştî kar û barê otopsiyê cenazeyê keça xwe giritin û birin gundê wê definkirin.