Baroya Îzmîrê: Biryara wezaretê ne hiqûqiye 2020-10-04 12:15:25   ÎZMÎR -  Baroya Îzmîrê, diyar kir ku biryara taloqkirina hilbijartinên Desteya Giştî ya TBB û baroyan ne hiqûqiye û ragihand ku di 17-18’ê Cotmehê de wê desteyên giştî bicivin.    Baroya Îzmîrê, derbarê giştînameya Wezareta Karê Hûndir weşand û biryara taloqkirina hilbijartinên baroyan û Desteya Giştî ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) de daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: “Ev biryara ji bo taloqkirina hilbijartina desteya giştî ya baroyê, tu bingeheke xwe ya hiqûqî tuneye û li dijî pergala ji rêzê ye. Ev biryar biryarek siyasiye û ne hiqûqiye.”    DESTE WÊ DI 17-18’Ê COTMEHÊ DE KOM BIBE   Baroya Îzmîrê, bertek nîşanî biryara taloqkirina hilbijartinan da û got: “Di meşa terîqetan de, mîtîngên Serokkomariyê de û vekirina Ayasofyayê de qet vîrûsa koronayê (Kovîd-19) nehat dîtin. Lê ji bo hemû bername û çalakiyên me vîrûsa koronayê dikin hincet. Bi taloqkirina hilbijartinan, dixwazin dem ji bo avakirina ‘baroyên alîgir’ bidin qezenc kirin. Bi vê biryarê hewl didin peywira Metîn Feyzîoglû ya di Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê dirêj bikin. Lê ligel hemû astengiyan jî desteya giştî ya baroyan wê di 17 û 18’ê Cotmehê de kom bibe. Em hemû endamên baroyê vedixwînin desteya giştî.”