Li Girtîgeha Elbîstanê mirineke bi guman 2020-10-04 19:09:12   MEREŞ – Girtiyê bi navê Mûhammed Emîr, li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.   Girtiyê bi navê Mûhammed Emîr ku li Girtîgeha Tîpa E ya Elbistanê girtî bû, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Vasiyê Emîr, Bekîr Kara, diyar kir ku duh 2 polisên sivîl hatine gel wî û jê re ragihandine ku Emîr jiyana xwe ji dest daye. Tê angaştkirin ku Emîr întihar kiriye. Hat hînbûn ku Emîr welatiyê Efrînê ye û demeke dirêj e bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” girtî ye û malbata wî jî li derveyî welat dijî.