Amed bûye pêlîstoka qeyûman 2020-10-05 09:03:04 AMED -  Qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin kirin, di 4 salan de 2 projeya xera kirin û ji nû ve çêkirin. Ji projeyan yek jê bi milyon û 857 hezar TL’yan hat îhalekirin, yek jê jî bi usûla vexwendinê hat îhalekirin û sermiyanê wê nayê zanîn. Qeyûmên ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin kirin, Amedê ji xwe re kirine pêlîstok. Projeyên hevdû naecibînin, projeyên amadekirî xera dikin û ji nû ve çêdikin.  Qeyûmê duyemîn ê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû, 2 projeyên qeyûmê destpêkê Cûmalî Atîlla xera kir û ji nû ve çêkir. Projeyên ku ji nû ve hatin çêkirin qeyûm Munîr Karaloglû dewr girt.    REXNEYAN PAŞGUH KIR   Projeya sererastkirina qada pêşiya Konuk Eviyê ya li semta Ofisê ya li navçeya Yenîşehîrê ji aliyê Hevşaredarên Berê yên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli yên DBP’î ve hatibû amadekirin, lê ji ber ku ji peywirê hatibûn girtin nehatibû destpêkirin. Qeyûmê destpêkê Cûmalî Attîlla ku tayînî şûna Kişanak û Anli hatibû kirin, di sala 2018’an de qadê xera kir û di sala 2019’an sererast kir. Atîlla, şînkayî, kevirên bazalt, pergole û dar û kursiyên rûniştinê yên li qadê rakir û li şûna wan qadê bi asfalta rengîn û textên îroko deck sererast kir. Li gel ku gelê bajar û rêxistinên sivîl rexne kir û xwest ku ji ber rizandin û bîna wan textên îroko deck li qadê neyên bicihkirin jî qeyûm Atîlla textên îroko deck li qadê bi cih kir. Lê di nav demê de rastiya rexneya gelê Amedê û rêxistinên sivîl, bi rizandin û ji cih derketina textên îroko deck, derket holê.   JI NÛ VE HAT NÛKIRIN   Qeyûmê duyemîn Hasan Basrî Guzeloglû ku tayînî şûna Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli hat kirin, projeya qeyûmê destpêkê Atîlla xera kir û projeyeke nû da destpêkirin. Projeya ku Guzeloglû dabû amadekirin, ji aliyê qeyûmê sêyemîn Munîr Karaloglû ve ket meriyetê. Karaloglû, ji bo ku li şûna textên îroko deck bên bicihkirin xebata bloqên betonê da destpêkirin. Li şûna textên îroko deck ku di nav 2 salan de riziyan, parkeyên beton hatin bicihkirin.  Projeya ku bi usûla vexwendinê hatiye kirin, ne sermiyanê wê yê dema Atîlla ne jî sermiyanê wê yê dema qeyûmê nû Karaloglû nayê zanîn.    KOLLAN MELÎKAHMEDÊ JÎ XERA BÛBÛ   Kolana Melîhahmedê ya li navçeya dîrokî Sûrê jî bi aqûbeta qada pêşiya Konûk Eviyê re rûbirû mabû.   Kolana ku dema Gultan Kişanak û Firat Anli bi kevirên bazalt hatibû sererastkirin, piştî tayînkirina qeyûmê destpêkê Atîlla, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve bi 57 milyon TL’yan hatibû îhalekirin û bi kevirên birandî jî nû ve hatibû sererastkirin. Ji berk u kevirên birandî yên dirêj li kolanê hatibûn bicihkirin, li ber derbasbûna wesayîtan nedabûn û çûbûn xwarê. Dema baranan çalên ku çêbûbûn dibûn gol û ji welatî û wesayîtan re zehmetî derdixistin. Kolana ku bi milyonan mesref lê hatibû kirin, ji aliyê qeyûmê duyemîn Guzeloglû ve careke din hatibû îhalekirin. Projeya nû bi bedêla milyon û 857 hezar TL’yî ji Endezyariya Esîla re hatibû îhalekirin.   BI ZANEBÛN TÊ KIRIN    Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Şaban Karataş, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku projeyên bi tayînkirina qeyûman re hatine kirin yek bi yek xera dibin û wiha got: “Proje bi fermanên ku ji jorê hatine bizanebûn wiha hatine amadekirin. Ji ber ku di dema qeyûman de venêrîn tuneye, amûrên herî xerab hatine bikaranîn. Ev jî ji bo îhaleya li pey bê kirin biplan wiha hatiye kirin.”   MA / Fethî Balaman – Cahît Ozbek