Serlêdana girtiya nexweş red kirin: Tu başî, îdare bike 2020-10-05 09:05:03 STENBOL - Girtiya nexweş Nazîme Avras a di Girtîgeha Gebzê de ye, daxwaza wê ya ji bo nexweşxanê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat redkirin û jêre gotin “Tu başî, îdare bike.”  Nazîme Avras a li navçeya Norşînê ya Bedlîsê di hilbijartina herîmî ya 30’ê Adara 2014’an de weke Hevşaredara Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) hatibû hilbijartin, bi hinceta mafê wê ya bê hilbijartin tuneye, ji peywirê hatibû girtin. Avras dûre bû Hevseroka HDP’ê ya Bedlîsê û di 25’ê Mijdara 2016’an de bi îdîayên “endamtiya rêxistinê”, “Li ser navê rêxistinên xebitîn û çalakî pêk anîn” û “Alîkarî dayîna rêxistinê” hat girtin. Avras a ku 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, 5 mehan di Girtîgeha Tîpa E ya Bedlîsê de hat girtin. Avras dûre sîrgûnê Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa M a Gebzeyê hat kirin û li vê derê rehma wê hat emeliyat kirin. Avras piştî emeliyatê 2 rojan bi lez û bez cardin dibin girtîgehê. Dûre nexweşiyên cuda yên Avras rû dan û ji bo biçe nexweşxanê her tim daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re nivîsandin. Lê rêveberiya girtîgehê her tim ji Avras re got, “Tu başî, îdare bike.”    RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ: ÎDARE BIKE   Xwişka Avras Adîle Avras, diyar kir ku xwişka wê ji ber xebatên xwe yên siyasî ev 5 salin girtiye û wiha axivî: “Nexweşiya xwika min zêde bûye. Pir xêdan dide. Ji bo vê çend çaran çu revîrê, lê kesekê guhê xwe neda gilî û gazincên wê. Ji bo biçe nexweşxanê bi dehan çar serlêdan kir. Lê rêveberiya girtîgehê her tim ev daxwaza wê red kir. Herî dawî dema serlêdan kir, rêveberiya girtîgehê jê re got, ‘Tu başî, îdare bike.’ Dîsa jêre gotine, ‘Ger em te bibin nexweşxanê, 14 rojan tuyê di karantînayê de bimînî.’ Ji bo nebin nexweşxanê ev kirine bihane. Xwişka min 50 saliye. Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiyên wê giran dibin. Lê ligel vê yekê jî tiştek ji bo wê nayê kirin. Gelo çima vê yekê bi me didin jiyîn.”    ‘DIVÊ EM BIBIN YEK’   Avras, da zanîn ku ji roja xwişka wê sewqî Girtîgeha Gebzeyê hat kirin û vir ve ji malbata wê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Avras, dest nîşan kir ku ji bo xwişka wê bê tevlî merasîma cenazeyan bibe serlêdan kirin, lê ev daxwaza wan nehat qebûl kirin û wiha bertek nîşanî vê helwesta girtîgehê da: “Ji ber ku kurd vê rewşê dijî. Ji ber ku xwişka min xwest bi ziman û çanda xwe bijî hat girtin. Mîna hemû gelan ziman, çand û axa me jî heye. Em mafên xwe yên ji me hatine standin paşve dixwazin. Ji ber vê jiyana me parçe parçe kirin. Herî zêde jî jiyana jinên kurd hat parçe parçe kirin. Em naxwazin dilê kesekê bi şewite. Gelo çima vê zilmê û heqaretê li me dikin. Cîhanê çavê xwe ji vê yekê girtiye. Ji bo ku ev rewş bi dawî bibe divê em mil bidin milê hev. Heya ku em nebin yek, emê her wisan belav bibin. Em tiştekê pir mezin naxwazin. Em mafên xwe dixwazin. Ez bang li hemû dayîn dikim, ji bo girtîgeh bên vale kirin û rondikên çavan dayîkan rawestin, dengê xwe bilind bikin.”    MA / Mehmet Aslan