“Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike 2020-10-05 09:08:50 STENBOL – “Nexşerêya” ku ji bo 6 mehan bûye hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, şert û pêngavên ku divê ji bo çareseriya Pirsgirêk Kurd bên avêtin dihewîne nav xwe.  Duyemîn Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî dimînin, heta 6 mehan qedexe kir. Biryar, li gorî xala 59’emîn a Qanûna Bijimara 5275’an, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hatiye dayîn. Ji bo biryarê, cezayên hucreyê yên ku di navbera salên 2005 û 2009’an de li Ocalan û her sê girtiyên din hatine birin, kirine hincet.   NEXŞERÊ    Dîsa biryara Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgehê ya têkildarî “Nexşerêya” 176 rûpel ku Ocalan, di sala 2009’an de weke berdewama parastina xwe pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû jî di nav hincetên qedexeyê de cih girtibû.    “Nexşerêya” ku Ocalan nivîsandibû û ji 176 rûpelan pêk tê, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd plana çalakiyê ya ji astan pêk tê dihewîne nav xwe. Ocalan, “Nexşerê”yê di 15’ê tebaxa 2009’an de dabû rêveberiyê girtîgehê û xwestibû radestî parêzerên wî bikin. Lê Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgehê, bi hinceta ku “Li dijî menfîetên dewletê ye û propagandaya rêxistinê dihewîne nav xwe” “Nexşerê”yê nedabû parêzerên Ocalan. Parêzerên endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Ocalan dikin, li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê îttîraz kiribûn, lê vê daxwaza parêzeran hatibû redkirin.      LI SER ÎTTÎRAZÊ JI DMME’YÊ RE HAT ŞANDIN   Ocalan, “Nexşerê”yê jî li parastina xwe ya 550 rûpel ku dê bida DMME’yê zêde kir. Tirkiye, nêzî sal û nîvekê “Nexşerê”yê neda parêzeran. Di vê navberê de DMME’yê parastina Ocalan xwest. Tirkiye, beşa “Nexşerê”yê ji parasinê derxist û ji DMME’yê re şand. Li ser serlêdana parêzerên Ocalan DMME’yê, bi hinceta ku “Nexşerê” jî beşeke parastinê ye, ji Tirkiyeyê xwest. Li ser vê yekê Wezareta Karên Derve, nêrîna xwe ya ku “Nexşerê”yê ji DMME’yê bişîne, ji Wezareta Edaletê re şand. Tirkiye, piştî ku “Nexşerê”yê şand, ji DMME’yê daxwaz kir ku komîsyoneke teknîkê ku hiqûqnasên tirk jî di nav de cih bigirin ava bike û beşên ku eleqeya xwe bi parastinê re tunene nede parêzerên Ocalan. Li gel hemû astengiyan jî DMME’yê “Nexşerê”yê da parêzerên Ocalan.    PÊNASEKIRINA 10 PREKSÎBAN   “Nexşerê”, piştre bi sernavê “Li Tirkiyeyê Pirsgirêkên Demokratîkbûnê, li Kurdistanê Şêwazên Çareseriyê (Nexşerê)” hat weşandin. “Nexşerê”ya ku li nav raya giştî deng veda,  ji beşên “Çarçoveya têginî, teorîyî û prensîbî, li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê û çareseriya destûra bingehîn a demokratîk, Pirsgirêka kurd û derfetên çareseriyê, Plana çalakiyê û encam” pêk tê. Dîsa di “Nexşerê”yê de 10 prensîn cih digirin.   Prensîbên mijara gotinê ne û pênaseyên ku di “Nexşerê”yê de tên kirin wiha ne:    “1- Rêgeza Neteweya Demokratîk: Xwe naspire ziman, nîjad, çîn û dewletê, pir ziman, pir nîjadî, cih nade cudabûna çînê û imtiyaza dewletê, rewşa civaka demokratîk a neteweyê ku xwe disipire kesên wekhev û azad îfade dike. Neteweya demokratîk ji welatî û civakên demokratîk pêk tê. Paradîgmaya neteweya nerm a nasnameyên çandî yên serê wê vekirî esas digire.   2- Rêgeza Welatê Hevpar: Tu kes kesê din, tu civak civaka din dîke nake, yekûna welat a parvekirina azad û wekhev  nîşan dike.    3- Rêgeza Komara Demokratîk: Vekirîbûna dewletê ya li hemberî kes û civaka demokratîk esas digire. Rêxistinbûna dewletê û rêxistinbûna demokratîk a kes, bûyerên cuda ne û ji meşrûyeta hev re rêz digirin.    4- Rêgeza Destûra Bingehîn a Demokratîk: Destûra Bingehîn a ku lihevkirina civakî ya civak û welatiyê demokratîk li dijî netewe-dewletê esas digire ye.    5- Rêgeza Çareseriya Demokratîk: Rêgeza Çareseriya Demokratîk, piranî dewletê hedef nake, demokratîkbûna civaka sivîl a ne dûvika dewletê, yanî nodela çareseriyê ku civaka demokratîk esas digire ye. Ji guhertina di bin banê dewletê de wêdetir, aresteyî lêgerîna rejîmeke demokratîk a di bin banê civakê de dibe.    6- Rêgeza Jihevnebûna Mafên Takekesî û Hevpar: Çawa ku civaka ji kesan pêk tê ji yekûna kesan cuda ye, di navbera wan de cudayî hebe jî, mafên takesî û hevpar jî ruyên cuda yên heman civakê nîşan didin. Çawa ku medalyayê yek rû nîne, civak û kesên tenê xwedî mafên takekesî ango hevpar jî nînin.   7- Rêgeza Serxwebûna Bîrdozî û Azadiyê: Çareseriya neteweya Demokratîk, heta ku hegemonya pozîtîvîst û bîrdozî ya modernîteya kapîtalîst û koletiya liberal ku weke ferdparêzî hatiye avakirin derbas neke nikare pêk were. Xwehişê derbarê xwezaya civakîbûna xwe de, rêgeza hişê çareseriya demokratîk e.   8- Rêgeza Dîrokî û Niha: Rastiyên civakî rastiyên dîrokî ne. Rastiyên di dîrokê de jiyane, bi cudabûnek hindik di niha de û di tişta rojane de jî dijîn. Bêyî ku girêdana di navbera dîrok û niha de bê danîn, kesayetiya hatiye bêdîrokkirin û zîhniyeta civaka nihaker, têgihan û homojen nikare bê derbaskirin. Fêmkirina dîrok û nihayê ji bo çareseriya neteweya demokratîk rêgezeke pêwîst e.   9- Rêgeza Ehlaq û Wijdan: Tu pirgirêkeke civakî bêyî ku serî li ehlaq û wijdan bide, nikare bigihîje çareseriyeke tendurist. Çareseriyên bi tena serê xwe yên hiqûq û hêzê yên modernîteyê, pirsgirêkan tepisînin û berovajî dikin. Ji bilî vê encameke din jî nadin. Di çareseriya neteweya demokratîk de ji ber ehlaq û wijdan nefsûqiyas şert e.   10- Rêgeza Parastina Rewa ya Demokrasiyan: Çawa ku hebûneke bê parastina rewa nîne, hebûna herî pêşketî ya xwezayê civakên demokratîk jî nikarin bê parastina rewa pêk bên û hebûna xwe bidomînin. Neteweyên demokratîk neçare ku di çareseriyan de pêwîstiyên rêgeza parastina rewa bibersivîne.”   PLANA ÇALAKIYÊ YA JI 3 ASTAN PEK TÊ   Bi rêgezên mijara gotinê re ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd gavên ku divê destpêkê bên avêtin jî di “Nexşerê”yê de cih digirin.   3 astên ku di bin sernavê “Plana Çalakiyê” de hatine formulekirin jî wiha ne:   “Asta Yekemîn: Bi awayekî mayînde îlankirina agirbestê ya PKK’ê. Di vê astê de divê alî neyên provakasyonan, kontrola xwe ya li ser hêzên xwe zêde bikin û raya giştî amade bikin.   Asta Duyemîn: Bi pêşniyarên ku bike ji rakirina astengiyên hiqûqî re bibe alîkar, bi înîsiyatîfa hikûmetê û erêkirina meclisê, Qomîsyona Lêhevkirin û Heqîqetê bê avakirin. Wê di avakirina qomîsyonê de lihevkirina mezintirîn a hemû aliyan bê gerîn. Girêdayî lêxwemikûrhatin û paratinên ku di vê qomîsyonê de bên kirin, saziya aştiyê bê pêşniyarkirin û pêşkêşî meclisê bê kirin. Heke bi vê rengî astengiyên hiqûqî bên kirin, wê PKK karibe hebûna xwe ya derqanûnî, di bin kontrola lîjneyeke ku rayedarên Amerîka, Yekitiya Ewropya, Neteweyên Yekbûyî, Iraq, Rêveberiya Federa ya Kurd a Iraqê û Komara Tirkiyeyê têde cih bigirin, derxe derveyî sînorên Tirkiyeyê. Piştre jî bi awayekî bikontrol van hêzên xwe li qad û welatên cuda bi cih bike. Tişta di vê astê de krîtîk, derketina derveyî sînor a hêzên çekdar a PKK’ê û berdana girtî û hikumxwarên siyasî yên PKK’ê bi hev re hatiye plankirin. Rêgeza ‘Yek bêyî ya din nabe’ derbasdar e.   Asta Sêyemîn: Heke gavên demokratîkbûnê yên makeqanûnî û qanûnî bên avêtin wê bingeha ku careke din serî li çeka bê dayîn nemîne. Di serî de kesên ku di PKK’ê de cih girtine û kesên ku salên dirêj in li sirgûnê dijîn, ji welatibûnê hatine derxistin û ketine rewşa penaberan wê li pey hev vegera wan a welat dest pê bike. Bi qanûnîbûna xebatên KCK’ê re wê pêwistî bi xebata PKK’ê ya di nav sînorên Tirkiyeyê de nemîne. Di her warî de xebatên legal ên demokratîk, siyasî, civakî, aborî û çandî esas bên girtin.”   MA / Erdoğan Alayûmat