Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jin sewqî Girtîgeha Amedê hatin kirin 2020-10-05 11:15:42   MÊRDÎN - Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jinên girtî sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jinên girtî yên bi navê Elîf Denîz, Melek Evren, Ronahî Sirdaş û Hevseroka berê ya Rêxistina HDP’a Midyadê Fîlîs Işik, di 2’yê cotmehê de sewqî Girtîgeha Jinan a Amedê hatin kirin. Malbat li girtîgehê geriyan û têkildarî sewqan de agahî wergirtin.