Sedema mirina girtî Emîr corona ye 2020-10-05 12:13:16 MEREŞ -  Hat diyarkirin ku sedema mirina girtî Mûhammed Emîr ku li Girtîgeha Mereşê jiyana xwe ji dest dabû, corona ye.  Girtî Mûhammed Emîr (57) ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mereşê girtî bû, di 2’ê cotmehê de li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest dabû. Hat diyarkirin ku Emîr ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye. Girtî Îdrîs Hesen ku bi Emîr re li heman girtîgehê girtî ye, li xizmên Emîr ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriya û û rewşa Emîr ji wan re ragihand. Hesen, ragihand ku Emîr ji bo tedawiya koronayê rakirine nexweşxaneyê û li cihê ku lê dimînin 35 girtiyên din jî bi koronayê ketine.   Hesen, da zanîn ku Emîr 28 sal bûne girtî bûye û 2 sal û 5 meh cezayê wî mabûye û cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.   Her wiha Hesen, ragihand ku rewşa girtiyên din ên bi koronayê ketine jî giran e.