Welatiyê Amerîkî yê li Sûrê hatibû binçavkirin hat berdan 2020-10-05 12:44:50   AMED – Welatiyê ji Amerîkayê yê duh li navçeya Sûrê drone firand û hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.    Welatiyê ji Amerîkayê Mark John Xenakes duh li taxên qedexekirî yên navçeya Sûrê ya Amedê dorne firand û xwest dîmenên vê herêmê bikişîne. Polîsan welatiyê Amerîkî bi hêceta destûr nexwestiye binçav kirin. Piştî îfadeyên welatî hatin girtin serbest berdan. Xenakes di îfadeyên xwe de gotiye wî nizanibûye li herêmê firandina droneyê qedexe ye.    Hat zanîn ku polîsan dest daniye ser telefon û dorneya Xenakes û piştî lêkolînê dê radestî wî werin kirin.