Baroya Êlihê li dijî taloqkirina hilbijartina baroyan doz vekir 2020-10-05 15:42:16   ÊLIH – Baroya Êlihe ji bo taloqkirina hilbijartina desteya giştî ya baroyan were betalkirin doz vekir.    Baroya Êlihê li dijî biryara Wezareta Karên Navxweyî ya ji ber vîrûsa koronayê taloqkirina hilbijartina baroyan li Dadgeha Îdareyê doz vekir. Baroya Êlihê diyar kir ku taloqkirina şahî û kongreya desteya giştî ya bi biryara Desteya Bajêr a Umumî Hifzissaha ku dê heta 1’ê kanûnê bidome li dijî hiqûqê ye. Baroyê di daxwaznameya xwe y dozvekirinê de xwest biryara taloqkirinê û sekinandina birêvebirinê were betalkirin.