Doza şermezarkirina qeyûm hat beratkirin 2020-10-05 16:13:33   AMED – Endamê KKP’ê Yaşar Kazici ê ji protestoya tayînkirina qeyûm dihat darizandin hat beratkirin.    Endamê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Yaşar Kazici di çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman de li Amedê axivîbû. Bi hêceta Kazici axiviye û di otobusa şaredariyê de li dijî qeyûm çalakî li dar xistiye bi îdiaya “xelkê arasteyî kîn û dijminatiyê kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryara doza Kazici li 10’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê derbarê Kazici de biryara beratê da.