Baroya Amedê biryara betalkirina hilbijartinê îttîraz kir 2020-10-05 17:01:36   AMED – Baroya Amedê, biryara ku Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeya Yenîşehîrê, derbarê hilbijartinên baroyê de girtibû, îttîraz kir.    Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, derbarê hilbijartina Baroya Amedê de biryara betalkirinê girt. Weke hincet jî biryara Wezareta Karên Hundir a ji bo vîrûsa koronayê nîşan da. Baroya Amedê serî li Lîjneya Hilbijartinê ya Amedê da û biryarê îttîraz kir.