Bi ser buroya ajansa me ya Wanê de girtin: 4 rojnameger binçav kirin 2020-10-06 08:02:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên bi ser malên nûçegihanên Buroya Ajansa Mazopotamya (MA) yên ku bûyer û belgeyên Servet Tûrgût û Osaman Şîban ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkrin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin derxistin holê de girtin, 4 rojnameger binçav kirin.  Polîsan serê vê sibê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê û malên nûçegihanên ajansê jî di nav de, gelek rojnamegeran de girtin. Di serdegirtinê de nûçegihanên MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatin binçavkirin. Polîsên di malan de lêgerîn kirin, dest danîn ser wênekêş, kamera û malzemeyên teknîkî yên rojnamegeran.   Di heman demê de, lêgerîna polîsan a li buroyê dewam dike û destûr nayê dayîn ku nûçegihanên me tevlî lêgerîna  li buroyê bibin. Hat hînbûn ku polîsên Şehrîban Abî binçav kirin, bi xwe re birine di serdegirtina buroyê.    WELATIYÊN JI HELÎKOPTERÊ AVÊTIBÛN KIRIM NÛÇE   Rojnameger Cemîl Ûgûr ê hat binçavkirin, bûyer û belgeyên rapora Servet Tûrgût û Osman Şîban ên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê eskeran ve hatibûn binçavkirin û dûre ji helîkopterê hatibûn avêtin, derxistibû holê û xistibû rojeva raya giştî.    Tûrgût ê ji helîkopterê hatibû avêtin, piştî 20 rojan di beşa venêrîna awarte de ma,  jiyana xwe ji dest da bû. Walîtiya Wanê, dûre derbarê bûyerê de biyara qedexeya weşanê da bû.