Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin 2020-10-06 09:01:08 AMED - Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Turhalli derbarê nimêjkirina qeyûmê Qersê ya li ber şaredariyê de diyar kir hişmendiya ku li wir nimêj kir bingeha xwe ji ola sexte digire û got: “Kesên ku roja înê li ber şaredariyê nimêj kirin, ji bo ku zilm û heqaretê bicih bikin, diziye bikin û îradeya gelekî binpê bikin nimêj kirin. Bi navê ‘Xwedê’ me dixapînin.” Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bir de hat girtin, Wezareta Karên Navxweyî, Bîlgen ji peywirê girt û li şûna wî Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî şaredariyê kir. Oksuz ê ku bi artêşa parêzvan û polîsan re derbasî avahiya şaredariyê bibû û pişt re weke wezîfe û karê xwe yê ewil li ber şaredariyê nimêja înê kiribû. Nimêja qeyûm bi bertekan re rûbirû ma û nerazîbûnên ji bo qeyûm didomin.    Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) Hafiz Ahmet Turhalli derbarê nimêja qeyûm a ku li ber Şaredariya Qersê kir, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.    ‘NIMÊJA LI BER ŞAREDARIYÊ BINGEHA XWE JI OLA SEXTE DIGIRE’   Turhalli diyar kir ku bi derketina olê du rê derketine holê û wiha got: “Riya ewil ewe ku kesayet û terafên ku ji xwe re ol difiroş in û pê îdareya xwe dikin, desthilatdariya xwe ava dikin e. Terafê din jî ji dilekî samîmî, bawerî bi olê tîne û li pey olê dimeşe. Ev du terefên ku em behs dikin piştî wefata Hz. Muhammed di ola îslamê de jî çêbûye. Yek sexte ye yek jî heqîqî ye. Heqîqet ji holê hatiye rakirin, sexte bûn lê hatiye barkirin. Ev hişmendiya ku li ber Şaredariya Qersê nimêj kirin bingeha xwe ji ola sexte digire. Di ola sexte de çi heye? Ji bo ku xwe bicih bikin, bikaranîn û firotina olê heye. Erkdar û desthilatdar weke qirixan li ser sergoyan xwarin û vexwarin kom dikin. Ji ber wê yekê di hişmendiya wan de jî yek armanca wan heye nimêj, rojî, hec û îslamê tenê ji bo ku desthilata xwe bikar bînin. Meseleya Şaredariya Qersê û yên berê wê jî bi vî rengî ye.”   ‘WEK KU GEL GIHIŞTIYE EDALET Û AZADIYÊ ŞIKUR DIKIN’   Turhalli da zanîn ku di çavên desthilatdariyê de şaredarî ne cihê xizmetê ye, wek sergoyekê ye ku jê zikê xwe têr bike  û wiha axivî: “Di îslamê de şeklekî şikurkirina ji bo Xwedê yek jî nimêje. Dema pêxember ji Medineyê diçe Mekkeyê ji bo ku dîsa çû ser warê xwe nimêja şikurê kir. Ev jî diçin warê xelkê dagir dikin, wek ku cihekî fetih kiribin û ji destê zaliman derxistine, milet gihîştiye edaletê, azadiyê ji Xwedê re şikur dikin. Şikura van ya nimêjê ne ji bo Xwedê ye, ji bo sergoya ye, ji bo ku xwarin û vexwarina wan zêde bibe ji sergoyê bikaribin sûdê wergirin spasiyê dikin. Lê di cihekî şaş de şikur dikin ji ber ku Xwedê spasiyek bi vî awayî qebûl nake.”   ‘EW NIMÊJA ZILMÊ BÛ’    Turhalli destnîşan kir ku nimêja li ber Şaredariya Qersê hatiye kirin nimêjeke mirî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nimêja ku li ber şaredariyê hatiye kirin mirî ye ji ber ku di vê nimêjê de edalet, wekhevî tune ye, zilm û deshilatî heye. Ji ber wê yekê Xwedê dibêje ‘Nimêjê zindî bikin’ lê wan nimêj kuştî ye û kiriye amûrên zilm, xerabî, heqaret û destilatiya xwe. Gelê misilman hûn vê nimêjê nekin, nimêjê nekujin zindî bikin. Rojên înê dema mele ji mînberê tên xwarê ayetekê dixwînin dibêjin ‘Xwedê emrê tevgera bi edalet dike’. An ku dibêje başiyê, qenciyê bikin. Ji zilm û xirabiyê dûr bikevin. Kesên ku roja înê li ber şaredariyê nimêj kirin, ji bo ku zilm û heqaretê bicih bikin, diziye bikin, îradeya gelekî binpê bikin, desteser bikin nimêj kirin. Xwedê vê nimêjê qebûl nake”   ‘EV YEK FIROTINA DÎN E’   Turhalli, xwest ku misilmanên durust û oldarên kurd li cem desthilatdariyê cih negirin û wiha berdewam kir: “Li gor Qûranê kî li cem van cih bigire weke ku li cem Ebû Sufyan, Nemrûd û Fîrewn cih girtiye, tu ferqa wan nîne. Kesê ku nimêj bike nayê wê wateyê ku kesekî paqij e, ji ber wê yekê gereke mirovên me û oldarên rast hemû bizanibin ev yek tenê firotina dîn e. Xweda dibêje ew mirovên ku li ser navê dîn we dixapînin xwe ji wan biparêzin. Îro jî bi navê ‘Xwedê’ me dixapînin.”   ‘ELEQEYA SUREYA FETHÊ Û ŞER BI HEV TUNE YE’   Turhalli bal kişand ser Sureya Fethê ya ku di Quranê de cih digire û got: “Di dema şerê Rojava de hemû meleyên wan li mizgeftan Sureya Fethê xwendin. Esas eleqeya wê sureyê û şer bi hev tune ye. Ew Fetha ku Xwedê li wê derê behs dike vekirina dilê mirovan a ji bo Xwedê ye. Ji ber wê yekê Fetha ku desthilatdar behs dikin û ya Quranê tu eleqeya wan bi hev re tune ye. Tiştê îro ku bi navê îslamê tê kirin bi temamî li dijî Quranê ye.”   ‘LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN’   Turhalli bang li hemû misilmanan û gelê kurd kir ku li dijî pêkanînên desthilatdariyê bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke hûn bi rastî bawer dikin ku axîret heye, xwe nekin hevalê van zalim û dizekan. Heke bêdeng bimînin jî li gor Quranê dibin hevalên wan. Zilm ji kî derê were bila were li ser me ferz e ku li dijî zilmê bisekinin.”   MA / Fahrettîn Kiliç