Garadiyanan gef li girtiyan xwariye: Hûn baş dizanin em ê çawa we geber bikin 2020-10-06 09:09:16 MÊRSÎN - Hat derpêşkirin ku gardiyanên Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bunyanê gef li girtiyan xwarine û gotin: "Hûn baş dizanin gava em unîformayê xwe ji bikin em ê çawa we geber bikin."  Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, Cûmalî Yildirim li dijî pêkanîna jimariya şipyakî û tehdeyên li wan tên kirin di 19'ê Gulanê de tevî 12 hevalên xwe dest bi greva birçîbûnê kiribû. PIştî vê Yildirim di 16'ê Îlonê de sewqî Girtîgeha Jimare 1 a Bunyan a Kayseriyê hatibû kirin. Yildirim, ji ber şewba Covîd-19'ê tevî Feyyaz Gulsoy, Alî Saday û Emrah Kina di karantînayê de ye. Yildirim, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin.    GEF LI WAN XWARINE   Yildirim, diyar kir ku 20 roj in di karantînayê de ne û got, ne televîzyon, ne radyo û ne jî rojnameyan nadin wan. Yildirim, bilêv kir ku roja wan birine girtîgehê lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin û ji ber wan ev yek qebûl nekiriye garidyanan êrîş biriye ser wan.    Yildirim ragihand ku gardiyanan gef li wan xwariye û ji wan re gotine: "Hûn baş dizanin gava em unîformayê xwe ji bikin em ê çawa we geber bikin."    ‘KA EDALET'    Bavê Yildirim Hasan Yildirim ê 65 salî, bibîr xist ku li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê kurê wî bi îşkenceyê re rû bi rû maye û got, ji ber vê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Yildirim got: "Zarokên me sirgûnê girtîgehine din kirin, lê cardin jî bêhiqûqîtî didomin. Hîn jî jimariya şipyakî didome û tehde li wan tê kirin. Ev qas dem derbas bûye lê hîn jî di hucreyê de ne. Em li Tirkiyeyê sedsala 21'em de dijîn. Her roj serê sibê û êvarî 4 mehkûman derb dikin. Ma ev ne sûc e? Ka edalet li kû ye?"    BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR    Bav Yildirim bang li Wezîrê Dadê kir û got: "Te dît hûn dibêjin 'gere mêzêna edaletê hebe.' Nexwe pêşî li ber îşkence û zilma li girtîgehan bigirin. Ev zarok hemû xwendekarên zanîngehê ne. We diz, kujer, tecawizkar, tefegir, tiryakfiroş berdan, lê we xwedekar nehiştin. Qet nebe bila li girtîgehan zilmê li zarokên me nekin."    Têkildarî mijarê me telefonî girtîgehê kir, lê belê ji me re gotin wê pirsên der barên îdiayên navbirî de nebersivînin.    MA / Omer Akin