Şert û mercên xebata li nav erda giran dibin 2020-10-06 09:11:20 DERSIM - Jinên ku li gundê Kedek ê navçeya Pulurê dest bi berhevkirina fasûleyan kirine, diyar kirin ku ji ber şewba Covîd-19'ê şert û mercên wan ên xebatê zehmet bûne û gotin: "Êdî gepek nan jî bi zorê bi dest me dikeve."  Li gundê Kedek ê navçeya Pulur a Dersimê, 10 jin dest berhevkirina 80 donim fasûle kirin. Jinên xebatkar her sibeh saet di 5'an de berê xwe didin nava erd û heya êvarê dixebitin. Lê belê heqdest wan 100 TL ye. Jinan bal kişand ser şert û mercên xebatê û gotin, her diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe.    ŞERT Û MERCÊN ZEHMET   Dayika 3 zarokan Makbûle Yilmaz (48) anî ziman ku hevjînê wê ji ber şewba Covîd-19'ê nikare bixebite û got, ew bixwe jî ji meha Hezîranê heya niha paqijiya nav malan û tevrikê dike. Yilmaz, diyar kir ku li malê tenê ew dixebite û got, pereyê bi dest wê dikeve têra wan nake. Yilmaz, anî ziman ku li Dersimê derfetên kar pir tunene û got: "Zarokên min mezin in, lê kar bi dest wan nakeve. Êdî em nikarin zexîre bikirin. Di şert û emrcên giran de em ji mecbûrî dixebitin. Êdî gepek nan jî bi zorê bi dest me dikeve. Her titş biha bûye, mirov birçî ne. Li hemberî şewbê jî alternatîfek nehatiye dîtin. Êdî divê ev krîza aborî hel bibe. Yan na wê xela rabe, wê mirov pev kevin."    Dayika 3 zarokan Aysel Eren (45) anî ziman ku bi pereyê ku havînê bi dest wan dikeve zivistanê pê debara xwe dikin. Eren got: "Zivistanê em pereyê xwe bi baldan xerc dikin. Tiştên em dikirin jî em kêm dikirin. Niha şewb heye, her tişt zehmet bûye."    Her wiha Eren, diyar kir ku qîmeta karkerên çandiniyê tuneye û got, tu ewleyiyeke wan tuneye û di şert û mercên xetere de dixebitin.    Dîlîz Suzgun (54) jî anî ziman ku heqê keda wan bi dest wan nakeve ûg ot: "Ew bi saya me qezenc dikin. Tu qîmeta karkeran tuneye. Ji niha û pê ve wê hikûmet ji bo karkean tiştekî jî neke. Fikarên me hene. Rewş qet nebaş e."