Dadgehek tuneye M.A.'yê ku tecawizî zarokeke 15 salî kiriye bidarizîne! 2020-10-06 09:22:10 ENQERE - Li Kilîsê M.A., tecawizî E.O.'ya 15 salî kiribû û tenê 12 rojan di girtîgehê de mabû. Darizandina der barê M.A. de ji ber biryara "bêerkiyê" ya dadgehan nayê kirin. Parêzer Îbrahîm Halîl Demîrcîoglû, anî ziman ku niha dadgehek tuneye ku li dozê binêre.  Li Kilîsê 3 sal berê M.A. tecawizî E.O.'ya 15 salî kirûb û tenê 12 rojan di girtîgehê de mabû. Darizandina der barê M.A. de ji ber biryara "bêerkiyê" ya dadgehan nayê kirin. Piştî E.O. û malbata wê gilî kiribû M.A. hatibû girtin û piştî 12 rojan bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Kilîsê di 24'ê Tebaxa 2020'an de ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Kilîsê ve hatibû berdan.    Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Kilîsê, diyar kiriye ku sûcê hatiye kirin "îstismarkirina zarok e" û bi biryara "bêerkiyê" dosye ji Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê re şandiye. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a Kilîsê jî li dijî biryara "bêerkiyê" ya Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Kilîsê îtiraza parêzerên M.A. qebûl kiriye û biryara "bêerkiyê" daye û dosyeyê cardin ji Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Kilîsê re şandiye.    ‘DOSYE LI RASTÊ MAYE'   Parêzerê E.O.'yç Îbrahîm Halîl Demîcîoglû, anî ziman ku hîn jî hinceta biryara şandina dosyeyê ya Dadgeha Cezayê Giran ku ji Dadgeriya Ceza ya Sulhê re şandiye neketiye destê wan û got, lewma dosye li rastê maye. Demîrcîoglû got: "Dadgeh, dixwazin ji dest xwe derxin lewma ji hev re dişînin. Parêzerê M.A., diyar dike ku dosye dikeve qada Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 2'yan û îtirazî biryara 'bêerkiyê' dike û Dadgeha Cezayê Giran jî îtirazê qebûl dike. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran, îtiraza me ya ji bo girtina sûcdar red kir. Niha dadgehek tuneye li dozê binêre."    Demîrcîoglû, anî ziman ku sûcê hatiye kirin di çarçoveya "îstismarkirina zayendî ya zarok" de ye û got, heger Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 2'yan a Kilîsê dosyeyê qebûl bike wê sûcdar di çarçoveya "têkiliyeke zayendî ya bi keseke nereşîd re" de bê darizandin. Demîrcîoglû got: "Zarok di 15 saliya xwe de bi tecawizê re rû bi rû dimîne. Lê belê dadgeh radibe peyamên zarokê û sûcdar ên sala 2020'an esas digire. Ji ber ku zarok ducanî bûye, radibe peyamên sûcdar ên 'em ê çi bikin ji zarok' esas digire. Hûn nikarin bi peyamên 2020'an ser tecawiza 3 sal berê bigirin. An jî dadgeh nikare bi vî awayî şîrove bike. Heger sûcê tecawizê wekî rizayê be wê çaxê wê sûc ji holê bê rakirin. Yanî êrîşa li zarokeke 15 salî cardin sûc e."    ‘DADGEHEKÊ JÎ GUH LI ZAROKÊ NEKIR'    Demîrcîoglû, anî ziman ku daxwazên wan ên ji bo girtinê hatine redkirin û tu dadgeh guh li zarokê nekirine. Demîrcîoglû got: "Tenê îfadeya zarokê ya li emniyetê heye. Mexdûr tim dipirse, 'wê dadgeh kengî çêbibe, ew kes hatiye girtin yan na.' Ez jî ji mecbûrî dibêim nediyar e wê dadgeh kengî be."    ‘JI GUND REVIYAYE'    Ş.O. bavê E.O.'y. xwest sûcdar rojek berî rojekê bê darizandin û got, M.A. tevî hevjîna xwe û zarokên xwe ji gund reviyaye.    MA / Dîren Yûrtsever