Rojnamevanên avêtina welatiyan a ji helîkoptêrê piştrast kiribûn di binçavan de ne 2020-10-06 10:10:22 WAN – Nûçegihanên Ajansa Mezopotamya yên vê sibehê hatin binçavkirin bi rapora nexweşxaneyê piştrast kiribûn ku Servet Tûrgût û Osman Şîban ji helîkoptêrê hatine avêtin û gelek agahiyan anîn rojeva raya giştî. Vê sibehê polîsan bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) a Wanê de û bi ser mala xebatkarên wê de girt. Di serdegirtina malan de nûçegihên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin binçavkirin. Polîsan li buroya MA’yê jî dest danî ser wênegir, kamera û kelûpelên teknîkê û leptop û har dîskan.    JI HELÎKOPTÊRÊ AVÊTIN BÛBÛ ROJEVA SEREKE    Xebatkarên buroya me êşkenceya bi helîkoptêrê ya li dijî Servet Tûrgût û Osman Şîban anîbûn rojevê. Nûçegihanên me bi rapora nexweşxaneyê derxistibûn holê ku Tûrgût û Şîban ên di 11’ê Îlonê de li Navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin ji helîkoptêrê hatine avêtin. Bi hewldana nûçegihanên me ev agahiyên girîng û belge li rojeva raya giştî hatin belavkirin û bûbû rojeva sereke.    AVÊTINA JI HELÎKOPTÊRÊ PIŞTRAST KIRIBÛN   Nûçegihanên me di encama lêkolînan de wêneyên Osman Şîban û Servet Tûrgût ku bi êşkenceyê rûbirû mabûn belav kirin. Cara ewil wêneyên êşkenceyê ji aliyêajansa me ve hatibû belav kirin. Her wiha hûrguliya vê bûyerê ya herî girîng ew bû ku rapora nexweşaneyê bi dest xistin û piştrast kirin ku her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin.    POLÎSAN ÇEND ROJ BERÊ WAN KIRIBÛ HEDEF   Nûçegihanen me bi nûçeyên xwe îdiaya Walîtiya Wanê ku gotibû ew welatî dema reviyane ji zinaran ve ketine jî derewandin û dîmenên ji cihê bûyerê kirin nûçe, tê dîtin ku li cihê welatî lê tên binçavkirin zinar tune ne.    Çend roj berê nûçegihanên me çûbûn cihê sersaxiyê yê Servet Tûrgût û polîsan li vir nûçegihanên me asteng kiribûn û gotibûn “Ji bilî Ajansa Mezopotamya her kes dikar nûçeyê bişopîne.”