Parêzerê Ocalan: Li Îmraliyê biryara ‘kopye bike û bizeliqîne’ tê girtin 2020-10-06 10:37:05 STENBOL – Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica diyar kir ku sepana qedexekirina çûna parêzeran a Îmraliyê sepanek “kopye bike û bizeliqîne” ye û ev biryara qedexekirina parêzeran ku piştî rapora CPT’iyê hatiye girtin binpêkirina mafê mirovan û demokrasiyê ye.     Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tê ragirtin didome. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Înfazê ya Bûrsayê biryarek nû derxist û çûna parêzerên Ocalan, girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ji bo dema 6 mehan qedexe kir. Hêceta vê qedexeyê jî “Nexşerêya” Ocalan a di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû hatiye nîşandan. Piştî 20’ê tîrmeha 2016’an di 2’yê îlona 2018’an û 13’ê adara 2019’an de jî heman biryar ji bo parêzeran hatibû dayîn.    Ji parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica têkildarî biryara qedexeyê ji ajansa me re axivî.    ‘QEDEXE BI SALAN E DIDOME, LÊ JI BO PRATÎKÊ ÇEND CARAN RAKIRIN’    Sarica anî ziman ku cara ewil biryara qedexekirina çûna parêzeran di sala 2011’an de dest pê kiribû û di nîsana 2019’an de hatibû bidawîkirin. Sarica got piştî hevdîtina di 7’ê tebaxa 2019’an a herî dawî bi Ocalan re pêk hat dîsa qedexeya çûna parêzeran dest pê kir. Sarica da zanîn ku her serlêdana wan dikir bêbersiv dihat hiştin û ev jî tê wateya red û qedexekirina serlêdanan.    Sarica bal kişand ser daxuyaniya “qedexeya hevdîtinê bi dawî bû” ya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul û got: “Piştî daxuyaniya Abdulhamît Gul, eşkere bû ku berpirsiyariyê datîne ser milê xwe. Pişt re sepanek din hat destpêkirin û diyar bû polîtîkayek din tê birêvebirin. Tecrît didome. Daxuyaniya wî da xuyakirin ku ji bo hin pratikan e.”    ‘BIRYAR KÊFÎ YE, LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’    Sarica biryara qedexeyê nirxand û got: “Cezayên hucreyê yên di navbera salên 2005-2009 dabûn miwekîlê me û her wiha ‘Nexşerêya” 156 rûpel a pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatibû kirin wek hêceta qedexeya çûna parêzeran dide nîşandan. Ev di hqûqê de ne mimkin e. Bi ser re 15 sal derbas bûye, lê van hêcetan îro bi kar tînin. Ne mimkin e mirov wek hêcetekê qebûl bike. Ev biryar adeta sepana ‘kopye bike û bizeliqîn’ ye. Çimkî çar biryarên dawî heman biryar in. Hêcetên xwe dispêrinê jî heman hêcet in. Ev biryarên hatine nûjenkirin nîn in. Derbarê miwekîlên me din de (girtiyên li cem Ocalan) de hêcetek nîne. Di biryarê de eşkere xuya dike ku ev sepan li dijî hiqûqê ye. Têkildarî van miwekîlên me tu hêcetek nehatiye pêşkêşkirin. Helbet armanc tenê ew e ji ber ku li cem Ocalan dimînin e. Ev di hiqûqê de jî ne mimkin e. Ji roja wan birine Îmraliyê heta niha tu hevdîtinek parêzeran bi wan re pêk nehatiye. Qanûnek û hikmek wiha nîne. Ev biryar li dijî CPT’iyê di warê mafên mirovan û demokrasiyê de meydanê jê re dixwîne û binpêkirina mafên mirovan e. Em ê di demek kin de vê biryarê û van sepanan bigihînin CPT’iyê. Em ji CPT’iyê jî dixwazin ku li gorî wezîfeya xwe gavên dicih de biavêje.”    MA / Sadiye Eser - Mehmet Aslan