Sînorkirina hevdîtina parêzeran danîn ser rojnamevanên di binçavan de 2020-10-06 11:33:30   WAN- Biryara sînorkirina 24 saetan a hevdîtina parêzeran danîn ser 4 rojnamevanên li Wanê hatine binçavkirin.    Li Wanê polîsan vê sibehê bi ser Buroya Ajansa Mezopotamya (MA) û malên nûçegihanên MA’yê Adanan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de girt. Polîsan her çar rojnamevan binçav kirin û dest danîn ser alav û materyalên dîjîtal ên rojnamevanan.    Polîsan bi saetan li buroya ajansa me lêgerîn pêk anî. Nûçegihanên me xwestin li gel wan lêgerîn were kirin lê destûra wan nehat dayîn. Polîsan hart dîskên kompîtoran. Her çar rojnamevan li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên ragirtin.    BI SER DEV WAN AVÊTINE ERDÊ    Di serdegirtina malan de polîsan nûçegihên me Cemîl Ûgûr û Adnan Bîlen û rojnamevanên din bi ser dev avêt erdê. Hat zanîn ku tîmên taybet jî di operasyonê de cih girtine. Hat zanîn ku Cemîl Ûgûr li ser fermana dozgeriyê hatiye binçavkirin. Hevpîşeyên Cemîl Ûgûr xwestin wêne û dîmenên kêliya binçavkirinê  bigirin lê polîsan asteng kir û dîmenên hatibûn girtin jî ji aliyê polîsan ve bi darê zorê jê hatin birin.    Her wiha hat ragihandin ku biryara sînorkirina 24 saetan a hevdîtina parêzeran danîn ser 4 rojnamevanan.