Belavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin 2020-10-06 12:43:36   WAN - Hat zanîn ku li Wanê di operasyona li dijî rojnamevanan de pêk hatiye belavkara rojnameya Yenî Yaşamê ya berê Şukran Erdem jî hatiye binçavkirin.    Li Wanê polîsan vê sibehê bi ser Bûroya Ajansa Mezopotamya (MA) ya Wanê û malên rojnamevanan de hat girtin. Di serdegirtinan de nûçegihanên MA’yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala hatin binçavkirin.    Hat zanîn k udi serdegirtina malan de belavkara rojnmeya Yenî Yaşamê ya berê Şukran Erdem jî hatiye binçavkirin û wê jî birine cem rojnamevanên din ên li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên ragirtin.