Dadgehê hinceta Demîrtaş qebûl nekir 2020-10-06 13:51:01   ENQERE - Dadgehê hinceta Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a tevlî dozê nebe, qebûl nekir û ji bo parastina xwe bike, dema herî dawî dayê.    Danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş a ji ber wê girtî tê darizandin, li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.    Demîrtaş û parêzerên wî ji danişînê re hincet nîşan dan û beşdar nebûn. Şandeya dadgehê, diyar kir ku Demîrtaş ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike û ji bo vê daxwaznameya hincetê ya ku nikare tevlî danişînê bibe ji dadgehê re şandiye.  Şandeya dadgehê, da zanîn ku parêzerên Demîrtaş jî bi heman hincetê daxwaznameya hincetê şandiye danişîna dadgehê. Şandeya dadgehê, daxaznameya hincetê ya Demîrtaş û parêzeran qebûl nekir û ev biryara xwe derbasî girtekan kir. Dadgehê, Demîrtaş hişyar kir û ji bo herî dawî parastina xwe bike danişîn taloqî 16’ê Adara 2021’an kir.    DERBARÊ DOZÊ DE   Derbarê Demîrtaş de, bi îdîayên “Rêxistin avakirin û birêve birin”, “Propagandeya rêxistinê kir” û Pesnê sûc û sûcdar dayînê” 142 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Doza ku li Amedê hat vekirin, bi hinceta “ewlekariyê” veguhestin Enqerê.