Ji bo Îmraliyê ji parêzeran serlêdaneke nû 2020-10-06 13:51:26 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz  Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi  muwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2019’an de 5 hevdîtinan bi muwekîlên xwe re kiribûn. Lê ji hevdîtina dawîn a 7’ê tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî neyînî bersiva serlêdana parêzeran nayê dayîn.    Di 23’ê îlonê de bi hinceta “Nexşerê”yê ku di sala 2019’an de weke zêdeka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandiye, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabû Ocalan û 3 girtiyên li cem.