Hemû girtiyên li Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin 2020-10-06 15:34:16   MEREŞ - Şandeya piştî mirina girtî Mûhammed Emîr çû Girtîgeha Elbîstanê, şewba li girtîgehê pişt rast kir. Şandeyê, ragihand k udi qawîşa zilaman de hemû girtî bi şewbê ketine û rewşa wan niha başe.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Elbestan Mereşê, girtiyê 57 salî Mûhamed Emîr ê ji Efrînê yê 28 salin girtîbû, di 2’yê Cotmehê de, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê, şandeyekê ji endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ya Amedê, Baroya Amedê û MED TUHAD-FED’ê pêk tê, Girtîgeha Elbîstanê ziyaret kir.    Şandeya ku bi rêveberiya girtîgehê û hin girtiyan re hevdîtin kir, dûre ji girtîgehê veqetiya. Endamê OHD’ê Parêzer Riza Polat derbarê hevdîtinên kirin de agahî da û got: “Me 3 girtiyan re hevdîtin kir. Di qawîşên zilaman de, hemû girtî bi şewbê ketine û ev 2 rojin dema xwe ya karantînayê temam kirine. Rewş girtiyan niha başe. Em ê darbarê hevdîtinên me kirin de, raporê amade bikin û dûre ji raya giştî re parve bikin.”