Hat îdiakirin ku gardiyanan lingê girtî şikandin e 2020-10-06 16:25:48 AMED - Hat îdiakirin ku gardiyanan li Girtîgeha Jimara 2’yemîn a Ewlehiya Bilind a Amedê li girtî Kervan Bayhan dane û lingê wî şikandine.    Girtî Serhat Kûşlû yê 23 salî ku li Girtîgeha Jimara 2’yemîn a Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin îro bi rêya telefonê bi bavê xwe Alîhan Kûşlû re hevdîtin pêk anî û têkildarî binpêkirina mafan ên li girtîgehî agahî da.   Alîhan Kûşlû yê bi lawê xwe re axivî derbarê hevdîtinê de wiha got: “Lawê min îro li min geriya û got ‘gardiyanan serê sibehê li girtî Kervan Bayhan dane û lingê wî şikandine. Gelek hevalên me kirine hucreyên yek kesî, kes kesî nabîne em ji wan bê agahî ne.’ Lawê min anî ziman ku çar roj in ji ber neheqiya ku li wan tê kirin, di çalakiya xwarin ne wergirtinê de ne. Xwestin heqareta ku li wan tê kirin bi çapemeniyê re were parvekirin û li ser zilm û zora li wan tê kirin, parêzer biçin bi wan re hevdîtinê bikin.”   ‘EM BIKEVIN PÊŞIYA VÊ ZILMÊ’    Kûşlû da zanîn ku ew dixwazin pirsgirêkên li girtîgehan rû didin werin çareserkirin û got: “Îro ev mirov girtî ne, mafê wan hene. Lê me fêm kir ku ji bo kurdan tu maf tune ne. Em bang li malbatên girtiyan dikin, bila hemû werin li ber deriyê girtîgehê, an bila me tune bikin an jî bila van zext û zorê li zarokên me nekin.”   GIRTÎGEHÊ ÎDIA QEBÛL NEKIR   Derbarê îdiaya lingê girtî Kervan Bayhan hatiye şikandin de em li rêveberiya girtîgehê geriyan. Lê rayedaran îdiayê qebûl nekir û gotin ku ew derbarê vê mijarê de nikarin bi riya telefonê agahî bidin.